Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Bila girtî bên berdan 2022-01-13 09:04:11 ÎZMÎR - Nûnerên partiyên siyasî yên li Îzmîrê ku piştgirî dan Nobeda Edaletê ya li Amed û Wanê, xwestin demildest girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan.  Nobeda Edaletê ya malbatan a li Amed û Wanê ku ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin hat detspêkirin, didome. Nûnerên partiyên siyasî yên li Îzmîrê piştgirî dan Nobeda Edaletê û xwestin demildest girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bênberdan.   Hevberdevkê Partiya Pêşeroja Çepgiriyê ya Kesk ê Îzmîrê Huseyîn Çaglar, diyar kir ku divê her kes piştgiriya Nobeda Edaletê ya malbatan bike û got: "Îqtidara AKP û MHP'ê polîtîkayên xwe yên çewisandinê didomîne. Ên herî zêde bandorê ji bê digirin jî girtiyên nexweş in. Nobeda Edaletê ya malbatan a li Amed û Wanêg irîng in. Mezinkrin û xurtkirina nobedaên edaletê û piştgiriya ji bo wan girîng e. Tu hêleke hiqûqî ya Desteyên Îdare û Çavdêriyê yên di Çileya 2020'an de li girtîgehan hatin avakirin tune ye. Bi hezaran girtî ji ber ku ferzkirina poşmantiyê qebûl nakin nayên berdan. Em helwesta faşîst nayê qebûlkirin. Em Partiya Çepgir a Kesk li cem malbatan e. Çi ji destê me bê em amade ne."    ‘TESLİM OLMAYACAĞIZ’   Rêvebira Partiya Azadiya Civakî (TOP) a Îzmîrê Îpek Karanfîl jî îqtidara ku nikare welêt bi rê ve bibe serî li polîtîkayên tahdeyê, çewisandin û tepisandinê dide û got: "Girtîgeh di serî de ji bo girtiyên nexweş û bi giştî ji bo tevahiya girtiyan bûne warê îşkenceyê. Girtî bi zanebûnî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Em vê yekê ji Garîbe Gezerê dizanin ku gelek caran hat îşkencekirin û mirina wê ji hêla rêvebiriya girtîgehê ve wekî xwekuştinê hat nîşandan. Em vê ji rewşa Aysel Tûglûkê dizanin ku rapora wê ya 'nikare di girtîgehê de bimîne' heye, lê bi tena serê xwe di hucreyekê de tê ragirtin. Demildest divê înfaza girtiyên nexweş bi dawî bibe û bên etdawîkirin. Em ê xw eradestî polîtîkayên tepisandinê nekin. Embi malbatên ku Nobeda Edaletê dane destpêkirin re ne."    ‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ'’   Rêvebirê Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP) ê Îzmîrê Firat Kaya jî destnîşan kir ku tiştên li girtîgehan tên pêkanîn "hiqûqa dijminatiyê" ne û got: "Girtî bi binpêkirinên mafan ên dijwar re rû bi rû dimînin. Girtîgeh bûne qadên ku sûcên li hemberî mirovahiyê li wan pêk tên. Demildest divê ev mesele bê çareserkirin. Ji bo teşhîrkirina tiştên têns erê girtiyan divê saziyên demokratîk xebateke hevpar bikin. Em wek partî dixwazin dmeildest girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan."    ‘EM QEBÛL NAKIN'   Nûnerê Kovara Kaldiraçê yê Îzmîrê Alî Fûat Eroglû jî destnîşan kir ku her ku seltenata îqtidarê dirize, êrişê dibe ser gelê kurd û şoreşgeran. Eroglû, anî ziman ku mînaka herî berbiçav jî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e û got: "Nobeda Edaletê çalakiyek girîng e. Bi ehzaran girtî înfaza wan tê şewitandin û nayên berdan. Ev polîtîkaya îşkencekirinê û tepisandinê ye. Divê piştgiriya hemû çalakiyên li dijî vê bêhiqûqîtiyê bên kirin. Dê piştevaniya me ya bi şoreşgerên girtî re bidome."    MA / Hakan Yalçin