Ji dêvla kesê tacizî zarokê kir, kesê tacizê asteng kir ket ber lêpirsînê 2022-01-13 09:04:12 ÊLIH - Li Êlihê ji dêvla kesê ku dest dirêjî zarokekê kir, derbarê bavê zarokê yê pêşî li ber destdirêjiyê girt lêpirsîn hat destpêkirin.  Li Êlihê, di 7'ê Kanûna 2021'ê de V.O. yê 41 salî zaroka 12 salî M.A.'yê bi devkî taciz kir. Piştî ku zarokê kir qîrîn, V.O. ji cihê bûyerê reviya. Paşê piştî demeke kurt V.O. cardin hat taxê. Vê carê jî şêniyên taxê V.O. zevt kirin û lêxistin. Polîs û koma tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, V.O. rakirin nexweşxaneyê. Lê ji dêvla derbarê V.O. de lêprisîn bê destpêkirin, derbarê bavê zarokê Mesût A. de lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîn bi hinceta Mesût A. li V.O xistiye hat destpêkirin.    Di lêpirsînê de derbarê V.O. de tu sûc nehatin bilêvkirin, lê derheqê bav Mesût A. de biryara hepsa malê hat dayîn. M.A. di îfadeya xwe ya li bara pedagogan de, diyar kir ku V.O. ew taciz kiriye. V.O. jî di îfadeya xwe de tenê got "nayê bîra min."    MEHEK E DI HEPSA MALÊ DE YE   Têkildarî mijarê me hevdîtin bi bav Mesût A. re kir. Mesût A., anî ziman ku V.O. di heman rojê de du zarokên din jî taciz kirine û got: "Roja bûyerê, ev kesê ku daye dû keça min, pêşî bi devkî ew taciz kiriye. Paşê hewl daye bireve. Lê piştî keça min dike qîrîn, esnaf diçin cem wê. Di wê navê de ev kes jş direve. Paşê telefonî min kirin. Gava ez çûm ku keça xwe bînim, heman kes bi wesayîta xwe li wan deran digeriya. Gava çav pê ketim min xwest pê re biaxivim. Lê gava rasterast êriş kir, şêniyên taxê ew zevt kirin û lêxistin. Paşê derbarê min de lêpirsîn hat destpêkirin. Nêzî mehekê ye di hepsa malê de me."   Mesût A., destnîşan kir ku divê kesên wisa nikaribin bi rihetî tevbigerin û got: "Kesê tacizê dike li derve ye, bi rihetî digere lê ez di hepsa malê de me. Ev pir li zora min diçe. Li ser sûc hat zevtkirin, lê dîsa jî nayê darizandin. Lê ji ber ku me pêşî li ber girt, em tên darizandin. Hem keça min hem jî ez em mexdûr in. Dibe ku ji ber vê ez ji kar bên derxistin jî. Keça min diçe dibistanê. Ji tirsa derûniya wê xirab bûye. Lê kesê tacizê kir ji xwe re li derve ye, bi rihetî digere."    Aydin, got: "Tişta dikeve ser milê darazê, ne ew e ku kesên pêşî li ber tacizê bigirin ceza bike. Ger qîza min nekirina qîrîn û şêniyên taxê mudaxile nekirina, belkî niha me behsa tiştine din bikira. Revandin, detsdirêjî, belkî jî kuştin. Em baş dizanin bê qanûnên bi vî rengî çawa cesaretê didin wan. Niha hemû zarok di xeteryê de ne. Ez dixwazim evê bêhiqûqîtî ji holê bê rakirin."    MA / Fethî Balaman