Berxwedana êzidiyan encam da: Wê peykerê Zerdeşt Şengalî bê çikandin 2022-01-13 10:01:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana êzidiyan a li dijî astengkirina peylerê farmdarê YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî ya Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê encam da.  Hêzên Ewlehiya Iraqê, duh destûr nedabûn ku peykerê fermandarê Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) derbasî Şengalê bibe. Li ser vê gelê Şengalê li ber nuqteya kontrolê ya Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê kom bûbûn û çalakî li dar xistibûn. Piştî berxwedana gelê Şengalê Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê destûr dan ku peykerê Şengalî derbasî Şengalê bibe.    Zerdeşt Şengali û YBŞ'iyên bi navê Pîr Hamîd, Êzdîn Şengalî û Cilo Şengalî di sala 2015’an de di êrişeke hewayî ya Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dabûn.