Xelkê Amedê: Em destûrê bidin Bahçelî wê sibê Soylu jî daxwaz bike 2022-01-13 10:13:41 AMED - Xelkê Amedê bertek nîşanî wê daristana ku tê xwestin navê Devlet Bahçelî lê were kirin dan û gotin: “Ev der cih û warê kurdan e. Çi eleqeya wî bi vir ve heye. Em destûrê nadin. Em destûrê bidin, wê sibê Suleyman Soylu jî daxwaza nav bike.”  Li ser daxwaza rêxistina MHP’ê ya Amedê tê xwestin ku navê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li daristanek bîranînê ku plankirin li Çiyayê Kirklara Sûra Amedê were çêkirin. Ev yek li Amedê bû sedema nerazîbûnan. Ji partiyên siyasî yên kurd bigire heta rêxistinên sivîl û xelkê Amedê bertek nîşanî vê yekê dide. Rêxistinên sivîl ên li Amedê di 11’ê çile de daxuyaniyek girseyî dan û diyar kirin ku ew ê destûrê nedin li ser navê Devlet Bahçelî daristanek were avakirin. Me vê mijarê ji welatiyên Amedê pirsî û welatiyan diyar kir ku ew naxwazin li ser navê Bahçelî were çêkirin.    ‘ARMANCA WAN EW E KU BAJÊR DESTESER BIKIN’    Sezaî Taşkin diyar kir ku ew daristanek li ser navê Bahçelî ku were çêkirin naxwazin û got: “Çi karê Devlet Bahçelî li vir heye? Ev der ne cih û warê wî ye. Ev der cihê me ye. Her kes dizane ku Bahçelî xêra kurdan naxwaze û ji bo me kurdan ne yekî qenc e. Em destûr nadin daristanek wiha were çêkirin. Çi karê AKP û MHP’ê li vir heye? Ev der cih û warê kurdan e. Armanca wan ew e ku Amedê desteser bikin, lê em ê destûr nedin vê yekê.”    'EZ QEBÛL NAKIM’    Hacî Çapan jî destnîşan kir ku çêkirina daristana li ser navê Bahçelî wek “lîstikê” pênase kir û got: “Feqîran muhtacî nan dikin. Lê ew tên ormanan çêdikin. Devlet Bahçelî heta niha li ku bû? Niha jî rabûne xwedî li Amedê derdikevin. Ez wek Amediyek vî navî qebûl nakim. Heke daristanek wiha çê bikin jî ez ê qet neçim wir. Her tim xesara Devlet Bahçelî gihîştiye kurdan.”    ‘WÊ SIBÊ SOYLU JÎ RABE BÊJE NAVÊ MIN LI CIHEKÎ BIKIN’    Ji şêniyên Amedê Fatîh Yildiz jî wiha got: “Ez ê rastiyê bêjim, dixwazin bila werin min li Qada Deriyê Çiyê daleqînin. Lê em ê serê xwe li ber wan netewînin. Ez ji kesekî ku xizmeta aştiyê û biratiyê nake hez nakim. Ez ê ne piştevaniay wan bikim û ne jî biçim mitîngên wan. Em li dijî şerxwazan e. Em li mizgeftê bira ne, li derve terorîst in. Em destûr nadin kesê ku Amedê temsîl nakin li ser navê wan tiştek were çêkirin. Ez ê çi raya xwe bidim Devlet Bahçelî? Bahçelî çi daye me? Tenê ‘puskevît’ daye. Ez ne Bahçelî û ne jî padîşahê wî nas dikim. Wê sibê Suleyman Soylu jî bêje bila li ser navêm in daristana bîranînê were çêkirin. Ez van siyasetmedaran yekî jî qebûl nakim. Ne jî daristana wan dixwazim.”    ‘BILA BIÇIN NAVÎ WÎ LI BAJARÊ WÎ BIKIN’    Adnan Memîş jî anî ziman ku ew daristanek wiha naxwazin û got: “Çi eleqeya Devlet Bahçelî û Amedê bi hev re heye? Em wek gelê Amedê destûra vî navî nadin. Ew newêre were Çiyayê Kirklarê. Gelek navdar, nivîskar, hunermendên vî bajarî hene. Çima navê wan li daristanê nakin lê radibin navê Bahçelî lê dikin. Bila biçin navê wî li Osmaniyeyê li cihekî bikin.”    MA / Eylem Akdag - Ceylan Şahînlî