Malbata Kazanhan 7 sal in li benda edaletê ye 2022-01-13 10:14:43 ŞIRNEX - Dêya Nîhat Kazan ê 12 salî ku li Cizîrê ji hêla polîsan ve hatibû kuştin, got: "Nîhatê min di 3'yê Çileyê de bû 20 salî, lê ew hê jî 12 salî ye. Heya sax bim ez ê doza kurê xwe bidomînim."  Nîhat Kazanhan ê 12 salî, di 14'ê Çileya 2015'an de li navçeya Cizîr a Şirnexê dema li ber mala xwe dilîst, ji hêla polîsên ve hatibû kuştin. Di ser qetilkirina Kazanhan re 7 sal derbas bûn, lê hê jî doza du polîsên tiliya wan di kuştina wî de heye bi dawî nebûye.    Di doza hatibû kirin de 13 sal û 4 meh ceza li polîsê tevgera taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez hatibû birîn û polîs H.V. jî beraet kiribû. Parêzerên malbatê jî biryara beraetê îtiraz kiribûn, lê Dadgeha Bilind îtiraza wan red kiribû.    Dayık Ayşe Kazanhan ku 7 sal in hewiya xwe bi forma dibistanê ya kurê xwe û wêneyên wî tîne, destnîşan kir ku hê jî êşa wê wekî roja ewil e û xwest edalet pêk bê.    'POLÎSÊN ERDOGAN KURÊ MIN QETILKIRIN'    Dayik Ayşe Kazanhan, diyar kir ku kurê wê bi zanebûnî hatiye qetilkirin û bi salane li benda edeletê ne. Kazanhan, destnîşan kir ku pir aşkere ye ku dewletê kurê wê kuştiye û got: "Kurê min hê zarok bû. Tu zirar nedabû tu kesî. Erdogan diçe destê xwe di serê zarokan de dide. Tenê carekê jî negot ev zarok bû, çima hat qetilkirin. Hêvî dikim ku ew êşa ku min dîtî ew jî bibîne. Xwedê ji wan kesên ku bûn sedema mirina kurê min re nehêle. Ji me re dibêje,'Hûn teror in.' Ne em, ew teror e. Em gelekî bi rûmet in û em serê xwe li ber kesî natewînin. Ez bizanibim ku ez ê tenê jî bimînim dîsa jî ez dev ji doza kurê xwe bernadim. Dewletê kurê min qetil kir. Polîsên Erdogan kurê min qetilkirin. Xwedê bela xwe bide wan."   'HER ROJ ŞÎN E'    Dayik Kazanhan, bilêv kir ku ew ê tu caran wê roja ku kurê wê hatiye qetilkirin ji bîr neke û axaftina wiha domand: "Ev 7 sal in ez û zarokên xwe têr ranezane. Li me her roj şîn e. Her du çavê min jî kor bûne. Ez baş nabînim. Kurê min çi kiribû? Çek li ser milê kurê min nebû. Bila bibêjin çima kurê min qetilkirin. Neheqî li me kir. Min doza kurê xwe teslîmî xwedê kiriye. Hêvî dikim ku ev ji wan re nemîne. Bi sedan zarokên kurd ji aliyê dewletê ve hatin kuştin. Zarokekê zarokê jê be jî, lê gava kurd be li ber çavê wan terorîst e. Lê zarokên wan ne terorîst in."   EZ DEV JI DOZÊ BERNEDIM'    Kazanhan, anî ziman ku heta ku kujerên kurê wê neyên dîtin ewê dev ji tekoşîna xwe ya ji bo edeletê bernede. Dayik Kazanhan got: "Piştî ku kurê min hat qetilkirin bi çend rojan karneya wî hat malê. Her hatina wê rojê ew tê bîra min. Ez ê çawa wê rojê ji bîr bikim. Li her bajarî kurdan dikuje û pişt re jî dibêje teror e. Tu çima li Stenbolê, Enqereyê heman tiştî nakî? Çima her carê zarokên kurdan qetil dikî? Tirkiye hemû bibe yek û bibêje dev ji doza xwe berde, ez ê dev jê bernedim. Min bikujin jî ez ê doza kurê xwe bidomînim. Di 3'yê Çileyê de Nîhatê min ket 20 salîya xwe. Lê ew hê 12 salî ye. Roja dayîkbûna kurê min Beytullah, roja ku Nîhat hat qetilkirin. Lê ji roja ku Nîhatê min hatiye qetilkirin heta niha em rojbûna wî pîroz nakin. Tişta ku me dîtî kesek nebîne."   MA / Zeynep Dûrgût