Li Roboskiyê ciwanekî întîhar kir 2022-01-13 12:25:39 ŞIRNEX - Hat zanîn ku li navçeya Qilebana Şirnexê ciwanek 20 salî întîhar kir.    Li gundê Roboskî yê bi ser navçeya Qilêbana Şirnexê ve hat îdiakirin ku ciwanê bi navê H. U. (20) întîhar kiriye. Hat zanîn ku H.U., duh bi şev xwe kuştiye. Cenazeyê wî ji bo rapora otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat ragihandin ku piştî karên otopsiyê cenaze dê li goristana gund were veşartin.