Nûnerên sendîkayan: Berpirsê mirina Enes îqtidar e 2022-01-13 20:09:18   ENQERE - Nûnerên sendîkayan, destnîşan kirin ku berpirsê mirina Enes Kara ku li wargeha cemaetê dima û ji ber zextên cemawetê xwe kuşt, îqtidar e û xwestin saziyên cemaetê û terîqat bên girtin.    Şaxên Sendîkaya Egîtîm-Senê yên Enqereyê, Odeya Bijîşkan a Enqereyê, Komeleya Malbatên XWendekaran (Velî-Der) a Şaxa Enqereyê, Egîtîm-Der a Enqereyê û Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Hemû Xwendekaran (OvD-Der) têkildarî mirina xwendekarê tibê Enes Kara ku li wargeha terîqetekê dima û ji ber zextên liw argehê xwe kuşt, li ber avahiya Egîtîm-Sen a Şaxa 5'an daxuyaniyek dan.    Di daxuyaniyê de dirûşmeyên wekî "Bil wargehên terîqatan bên girtin" hatin berzkirin.    ‘JI BO GORÊN NAYÊN MEZINKIRIN'   Serokê Giştî yê Ov-Der'ê Enver Onder, destnîşan kir ku gelek ciwan xwe dikujin û got: "Ev tenê yên di çapemeniyêd e dertên. Bi qasî aboriyê divê em xwedî li zarokên xwe perwerdehiya xwe jî derkevin. Pêyên xw ebi hindaze bavêjin, ev mirov ji bo gorê nayên mezinkirin."    ‘ZAROKÊN ME NE BÊXWEDÎ NE'   Paşê Seroka Velî-Der a Şaxa Enqereyê Hulya Daran Devecî axivî. Devecî, diyar kir ku zarokên wan ne bêxwedî ne û got: "Em xwedî li zarokên xwe derdikevin. Heya mafê hêwirandinê bê pêkanîn dê têkoşîna me bidome."    ‘EM DAWA LÊBORÎNÊ LI ENES DIKIN'   Serokê Egîtîm-Sen a Şaxa 5'an Mûtlû Aslan Bûndan jî destnîşan kir ku mafê hêwirandinê xwendekar û malbatên wan ber bi bêçaretiyek mezin ve dibin û got: "Em dawa lêborînê li birayê xwe Enes dikin, ji ber me ew ji nav lepê vê tarîtî û zorbetiyê xelas nekir."    ‘BERPIRSÊ VÊ ÊŞÊ ÎQTIDAR E'   Bûndan, anî ziman ku ew dizanin kî ebrpirsê vê êşê ye û got: "Berpirsê vê êşê kesên ku malbatan û zarokên wan mehkûmî cemaet û terîqatan dikin. BErpirsê vê êşê ew kesên ku li Aladagê, li Karamanê, li Kaîmderê, Alîmderê serê tiştên hatins erê zarokên me nixumandin. BErpirsê vê êşê kesên ku laîktiyê binpê dikin û paşverûtiyê li civakê ferz dikin."    Bûndan, destnîşan kir ku demildest divê wargehên heyî yên cemaet, terîqat û weqfan bên îstimlaqkirin.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.