Ferat Der, dibistana kurdî ya Semsûrê ye 2022-01-14 09:01:37 SEMSÛR - Hevserokê Ferat Derê ya Semsûrê Şerîf Yilmaz, detsnîşan kir ku ziman hebûna gel e û got: "Ferat Der, dibistana Semsûrê ye."  Komeleya Ziman û Çandê ya Feratê (Ferat Der) ku di 1'ê Tebaxa 2019'an de li Semsûrê hatibû avakirin û di 26'ê Çileya 2021'ê de kongreya xwe ya yekemîn li dar xistibû, ji ber şewba Covîd-19'ê 2 salan nikaribû xebatên xwe baş bike. Ferat Der, dê di 15'ê Çileyê de kongreya xwe ya 2'yemîn li dar bixe û cardin dest bi xebatên xwe bike.    Hevserokê komeleyê Şerîf Yilmaz, behsa armanca komeleyê û xebatên komeleyê kir.    Yilmaz, bibîr xist ku Ferat Der di 2019'an de hatiye damezirandin û got: "Ji sedî 90'ê Semsûrê kurd e. Ji ber wê hewcehî bi komeleyek zimên hebû. Me jî civîn li dar xistin û komeleya Ferat Derê ava kir. Dema me ava kir, me gelek zehmetî kişandin. Me di rêziknameeyê de zehmetî kişandin. Lê dema armanc ziman be astengî hêsan dibin. Heval, bi awayekî rêk û pêk heq ji hemû astengiyan derketin. Me komên xwendinê ava kirin. Lê paşê nexweşiya koronayê dest pê kir."   'ZIMAN HEBÛNA WELÊT E'    Yilmaz, anî ziman ku di dema koronayê de xebatên wan hatine astengkirin û got: "Niha hevalekî li Semsûr e bixwaze fêrî zimanê kurdî bibe dikare li Ferat Derê fêr bibe. Ferat Der, dewlemend e. Pirsgirêkên me di hêla perwerdehiyê de tune ne. Lewma divê gel xwedî li zimanê xwe derkeve. Ziman hebûna welêt e. Ziman pir girîng e."   'XWEDÎ LÊ DERKEVIN'   Yilmaz, da zanîn ku lı Semsûrê komeleyên wekî Ferat Derê tune ne û got: "Armanca me lêkolîn û pêşxistina ziman e. Yê ku bixwazin dikarin li Ferat Derê fêrî zimanê îngilîzî, tirkî jî bibin. Ferat Der mîna dibistanekê ye. Celadet Alî Bedirxan dibêje, 'Gelekî bindest ji bo azadiya xwe bi dest bixe 2 çêkên xwe hene. Yek ol, yek jî ziman e. Dema ola serdest û bindestan wek hev du be, yek dimîne, ew jî ziman e. Dema ziman winda bibe, welatek winda dibe. Dema qeyûm tayinî şaredariyên HDP'î kirin, qeyûm ewilî tabeleyên kurdî daxistin. Çima? Ziman wan diêşîne. Ziman hebûna mirovan e. Ziman nebe nabe. Lewma hewce ye em xwedî li zimanê xwe derkevin."   Yilmaz, da zanîn ku dê kongreya 2'yemîn a Ferat Derê roja Şemîyê saet di 12'ê biroj de li hêwana KESK'ê bê lidarxistin û got: "Bila gelê me were beşdarî kongreyê  bibe. Delegê me werin dengê xwe bi kar bînin. Hevalên li zanîngehê, dibe ku haya wan ji Ferat Derê tune be. Bangawazîya me ji bo ciwana ye. Bila jin werin tevli kongreya me bibin. Ku ziman nebe zimanê jin û ciwanan, ew ziman tenê dê bibe zimanê kal û pîran. Hewce ye ku ziman ciwan bibe. Divê ciwan bi kurdî bixwînin, binivîsînin û biaxivin."   ZIMANÊ KURDÎ HILBIJÊRIN   Yilmaz, di dawiya axaftina xwe de bibîr xist ku li dibistanên dewletê dersên bijarte dest pê kirine û got: "Li dibistanên MEB'ê di 3'yê Çileyê de hilbijartina zimanê bijarde dest pê kir. Wê heya 21'ê Çileyê bidome. Bila hemû kes baldar be. Desthildarên vê dewletê dibêjin em bira ne. Zimanê erebî, îngilîzî, fransizî mecbûrî dikin zimanê mecbûrî, lê kurdî nakin. Lewma bila hemû zarokên kurdan serî lê bixin û bêjin em jî dixwazin perwerdeya zimanê kurdî bibînin."   MA / Emrûllah Acar