Nobeda ji bo 'azadiya girtiyan' du meh li pey xwe hişt 2022-01-14 09:01:38 AMED - Malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin 60 roj in li Baroya Amedê nobedê digirin, diyar kirin ku heya daxwazên wan pêk bên dê çalakiya wan bidome.  Nobeda Edaleyê ya li Baroya Amedê ya xizmên girtiyan ku di 16'ê Mijdara 2021'ê de dest pê kiribû, du meh li dû xwe hiştin. Malbat dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan.    Malbatan destnîşan kir ku heya daxwazên wan pêk bên dê çalakiya wan bidome.    AZADÎ   Reşahat Ada, xwişka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada ku di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de ye, bal kişand ser ser hevdîtinên ku Enqereyê kirine. Ada got: "Hevdîtinên me baş derbas bûn. Me got, 'Em ji bo zarokên xwe hatine vira. Me destvala venegerînin.' Û me zextên li ser girtiyan yeko yeko anîn ziman. Wan jî tiştên ku me gotin li cem xwe qeyd kirin."    Ada, destnîşan kir ku heya ev mesele neyê çareserkirin dê çalakiya wan bidome û got: "Heke bivê em ê ji bo zarokên xwe dakevin kuçeyan. Em ê li ber edliyeyê, li ber Wezareta Dadê çalakiyên rûniştinê li dar bixin. Heya edalet bê em ê li ser pêyan bin."    HEVDÎTINÊN LI ENQEREYÊ   Nivîskar Herdem Mervanî ku keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay (73) ê di Girtîgeha Şakran a Îzmîrê ya Tîpa T'yê de ye, anî ziman ku du daxwazên wan ên sereke hene û her wiha dixwazin binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin. Mervanî, bibîr xist ku gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî piştgiriya çalakiya wan dikin û got: "A ji bo me kêmmayî, hiqûq û siyaset bû. Me ev yek jî li Enqereyê CHP û Partiya Saadetê jî di nav de bi gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re nîqaş kir."    Mervanî, bilêv kir ku di hevdîtinan d epeyama "mirina kuran ne erzan e, girtiyên siyasî ne bi tenê ne" dane û got: "Dixwazin tiştina bikin lê gav navêjin. Di vê hevdîtinê de raporeke ku hiqûqnas û bijîşkan amade kiribû hebû. Me raporeke ku tê de divê demildest 38 girtî bên berdan nivîsandî berpêşî wan kir. Diyar kirin ku dê vê raporê bidin Wezareta Dadê û dê meseleyê ji nêz ve bişopînin. Ger gavine bebriçav nedin, em ê helweasta nîşanî wan bidin."    BILA CENAZE JI GIRTÎGEHAN DERNEKEVIN   Fevziye Kolakan (71), dêya Ahmet Kolakanê ku di 18 saliya xwe d ehatiey girtin û 28 sal in girtiye, got: "Bila bi çavê koleyan li me mêze nekin. Girtî nayên berdan. Êdî bila cenaze jig irtîgehan dernekevin. Madem tu tedawî nakî, nexwe berde em wan tedawî bikin."    BIRYARDARΠ   Nûray Abay ku ji bo neviyê xwe yê girtî di çalakiya nobedê de ye, anî ziman ku ji bo cenaze jig irtîgehan dernekevin 2 meh in nobedê digirin û got: "Em kurd in û em ê dev ji vê bernedin. Hûn nikarin bi girtinê kurdan biqedînin. Em doza heqên xwe dikin. Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin. Ez bang li hemû malbatan dikim ku piştgiriya çalakiyê bikin. Kes nikare vîna me bişikîne û em ê heya dawiyê li vira bin."    Încî Guler, ku birayê wê girtiyê nexweş Abdulselam Guler ê 29 sal in girtiye û di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de ye, bal kişand ser hevdîtinên li Enqereyê kirin û got: "Gotin, 'çi ji destê me bê em ê bikin.' Li ser rewşa Aysel Tûglûkê hûr bûbûn. Me ji wan re goy, 'Ger ev daxwazên me û ev hêviya ku we daye me hûn berpêşî Meclîsê û Wezareta Dadê nekin em ê cardin bên Enqereyê.' Em li cem zarokên xwe ne û heya daxwazên me neyên qebûlkirin em ê çalakiya xwe bidomînin."    MA / Mehmet Guleş