Di Doza Kobanê de li makîneya xwe ya hinguv a windakirî digere! 2022-01-14 09:01:41 ENQERE - Mûstafa Boyukê ku di çarçoveya Doza Kobanê de bi sifetê mexdûr îfadeya wî hatiye girtin, di îfadeya xwe de gotiye ji bo zirara wî ya bi qasî 846,5 TL'yî bê dayîn ku pê makîneya dawerivandina hinguv kiriye, dixwaze tevli dozê bibe.    Bi hinceta çalakiyên di 6-8'ê Cotmeha 2014'an de li dijî êrişên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Desteya Rêvebir a Navendî jî di nav de 22 jê girtî derbarê 108 kesan do doz hatibû vekirin.    Danişîna bê ya Doza Kobanê dê di 31'ê Çileyê de dest pê bike.    Heyeta Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê ku ji bo Doza Kobanê bi taybetî hatiye peywirdarkirin, ji çar hawidorê Tirkiyeyê bi sifetê muştekî-mexdûr îfadeyan digire. Ji îfadeyên tên girtin careke din aşkere bû ku bê dosyeya dozê bi çi awayî hatiye amadekirin.    MAKÎNEYA DAWERIVANDINA HUNGIV   Mûstafa Boyuk ku di çarçoveya dozê de li Dadgeha Cezayê Asliye ya Korkûtelî ya Antalyayê di çaçroveya Doza Kobaniyê de bi sifetê mexdûr îfadeya wî hatiye kirin, di îfadeya xwe de gotiye ji bo pereyê wî yê heqê makîneya hinguv bê dayin dixwaze tevli dozê bibe.    ZÊDE XWESTIYE!    Boyuk, diyar kiriye ku li ser malpera "E Tarim"ê bi 846,45 TL'yî makîneya dawerivandina hinguv sîparîş kiriye û gotiye: "Min telefonî malpera E Tarimê kir. Kesê bi navê Hasan Kaynak bersiv da. Min jê pirsî bê ka makîne di dest wan de heye yan na. Got, di dest wan de heye û ger pereyê wê hewale bike dê di 02/05/2018'an de makîneyê bişînin. Min jî 846,45 TL şand hesabê Hasan Kaynk-E Tarimê yê Bankeya Turkiye Ekonomiyê. Dekontê vê di dosyeya min de hene. Lê hê jî makîneya min xwestiye nehatiye. Min gelek caran telefonî wê hejmarê kir, lê kesî venekir. Hasan Kaynak, ez xapandim û makîne neşand. Pereyê min jî neşand. Ez giliyê wî dikim. Dixwazim tevli dozê bibim. Zirara min 846,45 TL ye. Ez dixwazim zirara min tevî faîza qanûnî bê dayîn."    Hasan Kaynakê ku Boyuk giliyê wî dike, ne di îdianameya Doza Kobanê de ye. Nehatiye diyarkirin ku bê midûriyeta polîsan û dozgerê ji bo çi îfadeya Boyuk daxilî nav dosyeya dozê kirin.    GOTINÊN ONDER   Ev îfade gotinên Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Surreya Onder ên derbarê Saziya Goşt û Şîr de ku wekî mexdûr tevli dozê hatibû kirin bibîr xistin. Onder gotibû: "Ger nûnerê Saziya Goşt û Şîr li wir be ez dixwazim jê bipirsim; birako min çi kiriye ji we? Qey min goştê we xwariye, qey min şîrê we rijandiye?"    MA / Zemo Aggoz