Di doza êrişa malbata Dedogullari de dadger destûrê neda pirsa derbarê kurdan de 2022-01-14 11:48:43 ENQERE - Serokê Dadgehê di doza êrişa li dijî Malbata Dedeogullari de pirsa derbarê kurdan de red kir. Polîsan jî di danişînê de êrişî xizmên malbatê kirin.     Li dijî ferdên Malbata Dedeogullari di 12’ê Gulana 2021’an de li Konyayê êrişek nijadperest pêk hatibû. Êriş ji aliyê malbatên Çalik û Keleş ve hatibû kirin. Derbarê vê êrişa nijadperest de derbarê 9 kesan de ji sûcê “hewldana kuştina bi qestî”, “birîndarkirina bi qestî” û “binpêkirina destnedayîna qonûtê” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a doza êrişê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê dest pê kir. Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir.    Çetîn Dedeogullari yê ku tenê ji malbatê maye, xizmên xwe û rêveber û parlamenterên HDP’ê û gelek parêzer beşdarî danişînê bûn. Di danişînê de balkêş bû gelek polîs hatibûn bicihkirin û du dozger jî cihê xwe girtin.    Alî Keleş û Lutfi Keleş ku ji dozê girtî tên darizandin bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn û bersûc Ali Çalık, Ali Keleş, Ayşe Keleş, Îbrahîm Keleş, Ramazan Çalik, Velî Keleş û Yahya Çalik jî eywanê amade bûn.    Ewilî Alî Keleş axivî û bi gotinên xwe malbata Dedeogullari sûcdar kir. Lê îfadeyên Keleş ên li dozgeriyê û emniyetê cuda yanî bi nakokî derketin.    PIRSA DERBARÊ KURDBÛNÊ DE RED KIR    Parêzerên bersûc jê pirsa, “Wekî din cîranên we kurd hebûn, bi malbata Dedeogullari re pirsgirêka kurd û tirk diqewimî” kirin. Serokê Dadgehê bi hêceta “bila mijar neçe cihek din” pirskirina pirsan red kir.   Danişînê bi parastina parêzeran berdewam kir.    POLÎSAN ÊRIŞÎ XIZMÊN MALBATÊ KIR   Di danişînê de xizmên malbata Dedeogullari ji bersûcan re gotin, “derewan nekin” û xwestin îfadeyên xwe rast bidin. Li ser vê yekê di danişînê de xirecir derket û polîsan êrişî xizmên malbata Dedogullari kir û li hin ferdên malbatê dan.    Şandeyê eywana danişînê terk kir û polîsan her kesî ji eywanê derxist. Ji bo danişîn berdewam bike li benda biryara dadgehê hatiye sekinandin.