Li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê îşkenceya lêgerîna tazî 2022-01-14 12:35:10   ŞIRNEX - Jinên ku piştî hatin binçavkirin, bi paş ve hatin kelemçekirin û li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê lêgerîna tazî li wan hat kirin, bi lêv kirin ku wê giliyê polîsan bikin.    Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de di 9’ê Çileyê de li navçeyên Cizîr, Silopiya, Hezex, Elkê û Sêrtê di serdegirtina malan de 24 kes hatibûn binçavkirin. 3 kes piştî kirariyên îfadeyan ên li miduriyeta polîsan di 10’ê Çileyê de hatibûn berdan, ji 11 kesên ku di 11 û 12’ê Çileyê de sewqî edliyeyê hatibûn kirin jî jê 4 kes hatibûn girtin û 7 kes jî hatibûn berdan. Dema binçavkirina 10 kesên din jî 4 roj din hat dirêjkirin.    BI PAŞVE HATIN KELEMÇEKIRIN   2 welatiyên ku di çarçoveya operasyonê de hatibûn binçavkirin û pişt re hatibûn berdan, tiştên li miduriyeta polîsan bi serê wan hatin vegotin. Her du welatiyan jî ji ber fikarên ewlehiyê û psîkolojiya tiştên jiyane nexwestin navê xwe aşkere bikin.    Welatiya ku di 11’ê Çileyê de di serdegirtina mala xwe de hate binçavkirin diyar kir ku destpêkê birine Midûriyeta Polîsan a Cizîrê û piştre jî birine Miduriyeta Polîsan a Şirnexê. Welatiyê bi lêv kir ku di vê demê de destên wê ji paş ve hatine kelemçekirin, kelemçeyên plastîk pir zêde hatine şidandin û polîsan jî bêhtir kelemçe şidandine.    ZENDÊN WÊ REŞ Û ŞÎN BÛNE   Welatiya ku dazanîn ku ji ber kelemçeya bi paşve zendên wê reş û şîn bûne û hêj jî nikare tiliya xwe ya beran a destê xwe yê çepê bilivîne. Welatiyê, destnîşan kir ku li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê lêgerîna tazî lê hatiye kirin û wiha got: “Dema ez li nezaretê dihatim ragirtin, ez birim odeyekê. Di odeyê de 4 polîs û wergêrvanek hebûn. Dema ez ketim odeyê ji min re gotin ‘Em çend pirsan ji te bipirsin. Heke tu bersiva van bidî em ê te demildest bişînin Cizîrê. Heke tu bersiv nedî tu dê cezayê hefsê yê muebbetê bigirî’. Min ji wan re got heta parêzerê min neyê ez naaxivim. Pişt re dest bi qêrînê kirin. Hemûyan bi hev re diqiriyan û ji aliyekî jî dikeniyan.”     Welatiyeke din jî ku di heman rojê de hatibû binçavkirin, dazanîn ku bi paşve kelemçekirinê ew birine Miduriyeta Polîsan, beriya ku bêxin nezaretê lêgerîna tazî lê kirine. Welatiyê diyar kir ku bêyî ku parêzerê wê hebe di bin navê “sohbetê” de ew ji bo hevdîtinê birine û anî ziman ku ji ber sohbet qebûl nekir hevdîtin bi dawî bûye.    WÊ GILIYÊ BIKIN   Welatiyan bi lêv kirin ku ji ber pêkanînên di bin çavan de dêrûniya wan xerabûye û dan zanîn ku wê têkildarî van pêkanînên bêhiqûqî giliyê polîsan bikin.    MA / Omer Akin