Nîhat Kazanhan hat bibîranîn 2022-01-14 13:37:05   ŞIRNEX - Nîhat Kazanhan ê ku ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin, di salvegera qetilkirinê de li ser gora xwe hat bibîranîn.    Li navçeya Cizîra Şirnexê di 14’ê çileya 2015’an de Nîhat Kazanhan ê 12 salî ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatibû qetilkirin, hat bibîranîn. Hevşaredarên Silopiyayê, rêveberên HDP’ê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes çûn serdana malbata Kazanhan. Dayika Egît Akil, Guler Akil ê ku lawê wê di jêrzemînên li Cizîrê de hatibû qetilkirin jî bi şandeyê re serdana malbatê kirin.    Dayik û bavê Kazanhan şandeyê pêşwazî kirin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Şirnexê Selahattîn Denîz axaftinek kurt kir û diyar kir ku Nîhat Kazanhan ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin. Denîz destnîşan kir ku ew ê qet dest ji têkoşîna xwe bernedin û ew ê doza Kazanhan û hemû dozên zarokan bişopînin.