Doza êrişa li dijî Malbata Dedeogullari hat taloqkirin 2022-01-14 13:45:15   ENQERE - Danişîna doza êrişa ewilî ya li dijî Malbata Dedeogullari ku 9 êrişkar jê tên darizandin hat taloqkirin.    Li dijî ferdên Malbata Dedeogullari di 12’ê Gulana 2021’an de li Konyayê êrişek nijadperest pêk hatibû. Êriş ji aliyê malbatên Çalik û Keleş ve hatibû kirin. Derbarê vê êrişa nijadperest de derbarê 9 kesan de ji sûcê “hewldana kuştina bi qestî”, “birîndarkirina bi qestî” û “binpêkirina destnedayîna qonûtê” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a doza êrişê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat lidarxistin.    Polîsan di danişînê de êrişî ferdên Malbata Dedeogullari kiribûn û dadgehê navber dabû danişînê. Piştî navberê tenê hat hiştin ku parlamenter, parêzer û rojnamevan bikevin eywana danişînê.    Piştî parastin û rexneyên li helwesta dadgehê û êrişa polîsan hat kirin, şandeya dadgehê biryara dewama biryara girtina bersûcan da û danişînê taloqî 11’ê sibatê kir.