Demîrtaş bersiva Erdogan da: Tu hesabdayîna xwe bifikire 2022-01-14 16:23:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bersiva gotinên Erdogan yên derbarê xwe de da û got: “Tu dev ji ‘endîşedarbûna’ ji bo min berde, hesabê ku tu yê bidî bifikire.”    Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F’yê tê ragirtin, li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiva gotnên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ên derbarê xwe de da.    ‘DEV JI MIN BERDE KA TU XWE BIFIKIRE’    Demîrtaş li ser Twitterê van vê parvekirinê belav kir: “Siyasetmedar hesab didin gel, partiya xwe, parlamentoyê û daraza SERBIXWE. Tu dev ji ‘endîşedarbûna’ ji bo min berde, hesabê ku tu yê bidî bifikire.”    Erdogan roja çarşemê di komcivîna partiya xwe ya li Meclîsê de gotibû: “Yê li Edîrneyê wê hesabê herî mezin bide yê li Îmraliyê. Qey wisa difikire ku her cih niha weş û baş e. Ew ê jî di navbera hev de hesabek cuda bidin hev. Wê vê hesabdayînê jî bikin.”