Encama lêkolîna 'Meylên Tirkiyeyê': PKK nûnerê gelê kurd e 2022-01-14 16:56:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Di lêkolîna Zanîngeha Kadîr Has a "Meylên Tirkiyeyê-2021" de ji sedî 12,9'ê beşdarên lêkolînên PKK'ê weke nûnerê gelê kurd dîtine û cara yekemîn li şûna rêbazên leşkerî rêjeya çareseriya siyasî bilindtir derketiye.    Zanîngeha Kadîr Has, "Rapora Lêkolîna Rêjeyî ya Meylên Tirkiyeyê-2021" aşkera kir. Lêkolîn bi koodînatoriya Prof. Dr. Mûstafa Aydin di navbera 23'ê cotmeh û 5'ê mijdara 2021'an de weke xebata qadê hatiye kirin. Xebat li bajarên mîna Stenbol, Enqere, Konya, Bûrsa, Kocaelî, Îzmîr, Aydin, Manîsa, Tekîrdag, Balikesîr, Edene, Antalya, Hatay, Zongûldak, Samsûn, Kastamonû, Qeyseri, Kirikkale, Trabzon, Dîlok, Amed, Mardîn, Malatya, Bedlîs, Erzirom û Agriyê bi kesên temenê wan di seriya 18 salan re  hatiye kirin.    Di lêkolînê de derbarê gelek mijaran de pirs ji gel hatine kirin.    ŞANDINA LEŞKERAN A WELATÊN DIN   Ji sedî 55,7'ê beşdaran dijî derketina leşkeran a welatekî din derketine û ji sedî 29,1'ê beşdaran jî piştgirî dane şandina leşkeran a welatin din. Dîsa ji sedî 52,5'ê beşdaran li dijî êrişên Tirkiyeyê yên derveyî sînor derketine û ji sedî 33,7'ê beşdaran jî piştgirî dane êrişên Tirkiyeyê yên derveyî sînor.    POLÎTÎKAUÊN HIKÛMETÊ   Tenê ji sedî 1,3'yê beşdaran teqez polîtîkayên hikûmetê serkeftî dîtin.     'PKK NÛNERTIYA KURDAN DIKE'   Nûnertiya PKK'ê ya gelê kurd jî ji beşdaran hatiye kirin; ji sedî 12,9'ê beşdaran bersiva ku "teqez nûnertiyê dike" daye û ji sed3i 29,3'yê beşdaran jî bêbiryar mane. Rêbazên ku kurd dixwazin jî hatiye pirsîn; ji sedî 33,2'yê beşdaran daxwaza "Dewleta Serbixwe ya Kurd" kiriye, ji sedî 23,0'ê beşdaran daxwaza "Rêveberiya Xweser" kiriye. Ji sedî 38,8'ê kurdan jî daxwaza "Dewleta Serbixwe ya Kurd" kiriye.    ÇARESERIYA SIYASÎ   Li gorî lêkolînê, di salên 2016,2017, 2018, 2019'an de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rêbaza leşkerî zêdetir hatiye tercîhkirin, lê di salên 2020 û 2021'an de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rêbaza çareseriya siyasî zêdetir hatiye tercîhkirin. Li gorî vê ji sedî 27,7'ê beşdaran rêbaza çareseriya siyasî tercîh kirine. Di sala 2017'an de  Rêjeya kesên eslê xwe tirk ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rêbaza leşkerî terkîh kirine ji sedî 40 bûye, di sala 2021'an de rêjeya wan daketiya ji sedî 27,9'an.