Esnafên Çarşiya Tûtinfiroşan dikanên xwe digirin 2022-01-15 09:08:44 SEMSÛR - Piştî qanûna qedexekirina bazirganiya tûtinê, li Çarşiya Tûtinfiroşan a Semsûrê esnaf yeko yeko dikanên xwe digirin.  Piştî di 1'ê Çileyê de qanûna ji bo bazirganiya tûtinê ya ku ket meriyetê, li Semsûrê bandor li gelek esnafan kir. Li Çarşiya Tûtinfiroşan a Semsûrê ku nêzî 400 kargehên tûtinê hene, piştî qanûn ket meriyetê gelek esnafan dikanên xwe girtin. Esnafên mayî jî dê piştî firotina tûtina di dest xwe de dikanên xwe bigirin. Ji lew re bi qanûnan nû re tûtin wekî "eşyayek qaçax" hatiey pênasekirin. Di qanûnê de cezayê eşyayên qaçax ji salekê heya 3 salan hatiye diyarkirin, lê ji bo tûtinê ji 3 salan heya 6 salan hatiye diyarkirin.    Esnafên Çarşiya Tûtinfiroşan bertek nîşanî vê qanûnê dan.    BACÊ DIDIN LÊ NIKARIN BIFIROŞIN   Esnaf Yûsûf Yildiz ê 36 salî ku 16 sal in li Çarşiya Tûtinfiroşan e, anî ziman ku zarokatiya wî li nav zeviyên tûtinê derbas bûye. Yildiz, bilêv kir ku li Tirkiyeyê herî kêm 500 hezar malbat debara xwe bi tûtinê dikin û tûtin debara nêzî 2 milyon însana ye. Yildiz, destnîşan kir ku piştî qedexekirina tûtinê dê jiyana kesên debara xwe bi tûtinê dikin biguhere û got: "Bi milyonan mirov kirin qurbanê 2 şîrketan (Japan Tabacco û Philip Morris). Ger tûtin bê qedexekirin dê betalî jî zêde bibe. Ev qanûn, qanûna qedandina brosaya Semsûrê ye. Li çarşiyê 400 esnafên tûtinê hebûn, lê niha em çend kes mane. ME bi perekendeyîd ifirot. 5 roj in min kargeh vekiriye, lê hê jî min serfetih nekiriye. Mesrefa mehekê ya malbatekê 3-4 hezar e. Ez baca kargeha xwe didim, lê nikarim tiştekîb ifiroşim. Ez nikarim titşa ez hildiberînim bifiroşim. Hilberandin serbest e, lê firotin qedexe ye. Gava dema kirêya min biqede ez ê jî dikanê bigirim."    ŞERTÊN KOOPERATÎFÊ GIRAN IN   Yildiz, destnîşan kir ku şertên bacê yên kooperatîfê giran in û got: "Ji me re dibêjin tûtina hûn hildiberînin bifiroşin kooperatîfê. Lê hê kooperatîfek nehatiye çêkirin. Dixwazin em û tûtina ku bi baceke ji sedî 68 tê îthalkirin reqabetê bikin. Em nikarin bi şîrketin mezin re reqabetê bikin. Gava berên me bên pakêtkirin dê ew taybetmendiya wê ya organîk û cazîbeya wê nemîne. Her kes tûtina ku havînê hildiberîne di dest xwe de dihêle, nikare bifiroşe. Li Tirkiyeyê tûtina ku bi 'qaçaxî' tê hilberandin, teqabulî jis edî 3'yê tûtina tê hilberandin. 2 milyon mirov debara xwe bi vê tûtina ji sedî 3 dikin. Lewma divê careke din li ser vê qanûnê bifikirin."    TENÊ ÇEND ESNAF MANE   Esnaf Hasan Kiliç jî anî ziman ku piştî tûtina di dest xwe de bfiroşe dê dikana xwe bigire. Kiliç, diyar kir ku li çarşiyê gelek cîranên wî dikanên xwe girtine û got: "Tenê em çend kes mane. ÇEnd roj bi şûn de em ê jîb igirin. Ger em niakribin tûtinê bifiroşin, em ê biçin hemaltiyê bikin. Dewlet me bi diziyê tawanbar dike. Divê em heqê nanê xwe bi dest bixin. Zarokên me hene. Divê em debara wan bikin. Ez tûtinê danaynim, ez wê difiroşim. Ger doz abacê dikin, em ê bacê jî bidin. Lê ji nişka ve dibêjin 'me qedexe kir.' Wisa nabe. Niha bi hezaran mirov mexdûr in."    KRÎZ KÛR BÛ   Esnaf Yûsûf Akbal (24) jî anî ziman ku 15 roj in li Semsûrê herka pere sekiniye. Akbal, bilêv kir ku li Çarşiya Tûtinfiroşan kêmbûna liv û tevgerê bandorê li her kesî dike û got: "Gava çarşiya tûtinfiroşan nexebite, ên kincan difiroşin, ên xwarin difiroşin jî kar nakin. Aboriya Semsûrê di nav 15 rojan de, 10 salan paşde çû. Krîza aborî hebû, lê niha kûrtir bûye. Enflasyon çûye hey çûye. Niha jî çav berdane nanê me."    MA / Emrûllah Acar