Bertek nîşanî Unal ê AKP’yî da: Meseleya me ya esas bêkarî ye 2022-01-15 10:20:11   SEMSÛR - Cîgirê Serokê Koma AKP’ê Mahîr Unal di civînek li Semsûrê de HDP’ê kir hedef. Endamk AKP’ê axaftina wî qut kir û wiha bertek nîşan da: “Ez birçîme, meseleya me ya esas bêkarî ye.”    Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Mahîr Unal li Semsûrê beşdarî civîna partiya xwe bû û axivî. Unal HDP’ê kir hedefa xwe û xwest HDP’ê neheq bike. Di vê navberê de welatiyek ji şûna xwe rabû û bertek nîşanî Unal da.    'MESELEYA ME YA ESAS BÊKARÎ YE’    Vî welatiyê tê gotin ku endamê AKP’ê ye axaftina Unal qut kir û wiha got: “Ez bêkar im, bi mehan e ez bêkar im. Ez li AK Partiyê me. Meseleya me ya esas bêkarî ye.” Unal destûr neda axaftina wî welatiyî û got: “Ez li vir diaxivim, bila axaftina min biqede.”    Welatî berteka xwe domand û endam û rêveberên AKP’ê wî welatiyî ji civînê derxistin derve.    LI ELBÎSTANÊ JÎ BERTEK NÎŞANÎ UNAL HATIBÛ DAYÎN    Mahîr Unal ê AKP’yî di meha bihûrî de jî li navçeya Elbîstana Mereşê beşdarî vekirina Navenda Tenduristiya Dev û Diran bû. Unal li hember beşdariya kêm ya wê merasîmê gilî û gazin kiribû. Welatiyek jî bertek nîşanî Unal dabû û gotibû, “Birêz wezîr siberoja me nemaye. Ji sedî 500 zem hatiye ser gubreyê.”