Ji 3 kolberan agahî nayê girtin 2022-01-15 10:55:51   COLEMÊRG - Ji 3 kolberên ku ji Îranê hatin ser sînorê navçeya Şemzînanê û ji ber barîna berfê winda bûn, 2 roj in agahî ji wan nayê girtin.      Hat ragihandin ku kolberên kurd ên bi navê Barzan Mîhendî, Eshed Seydanîferd û Behlûl Seydanîferd ên rojek berê ji navçeya Mîrgever a bajarê Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê derketin rê, derbasî herêma Şepeta Gerdî ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê bûne. Ji ber herêm bilind e û barîna berfê zêde bûye, têkiliya bi 3 kolberan re li Geliyê Bênar bi temamî qut bûye. Li ser vê yekê şêniyên navçeyê ji bo li kolberan bigerin ber bi sînor ve meşiyan. Di lêgerîna ku bi saetan dom kir de kolber nehatin dîtin û ji ber barîna berfa zêde û mijê welatî careke din vegeriyan navçeyê.    Welatiyên ku îro jî di saetên serê sibê de bi rê ketin, xebatên lêgerînê ku ji bo dîtina her 3 kolberan dane destpêkirin didomînin.