Girtiyê nexweş Çabûk li ber mirinê ye! 2022-01-15 16:27:33   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê diyar kir ku girtiyê nexweş Tûran Çabûk du roj in li Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Stenbolê tê tedawîkirin û xwest were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê di çalakiya “Ji girtiyên nexweş re azadî” balê kişand ser ewşa girtiyê nexweş Tûran Çabûk (58) ê li Girtîgeha Metrîsê girtî ye. Çalakî li ber Sumerbanka Kevn a li navçeya Konakê pêk hat û pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne” hat vekirin. Serokê ÎHD’a Îzmîrê Zafe Încîn daxuyanî xwend.    Încîn da zanîn ku girtiyê nexweş Çabûk ji sala 2016’an ve girtî ye û nexweşîna penceşêrê asta dawî lê peyda bûye û di sala 2019’an de bi armanca tedawiyê biryara berdana wî hatiye dayîn. Încîn diyar kir ku ev du roj in Çabûk li Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Stenbolê tê tedawîkirin û ji ber cezayê wî 6 sal 3 meh hatiye erêkirin dîsa hatiye girtin. Încîn got Saziya Tiba Edlî rapora dikare di hepsê de bimîne daye Çabûk. Încîn destnîşan kir ku rewşa Çabûk giran, dibe ku her kêlî wefat bike û xwest di serî de Çabûk û hemû girtiyên nexweş werin berdan.