Gel vexwandin mîtînga Amedê ya HDP'ê 2022-01-15 21:33:33     AMED - Ji bo mîtînga ku dê bi beşdarbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz bi dirûşmeya "Em HDP'î ne, HDP'ê diparêzin" bê lidarxistin belavok hatin belavkirin.    Bi beşdarbûna Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û parlementerên herêmê bi dirûşmeya "Em HDP'î ne, HDP'ê diparêzin" di 22'yê Çileyê de li Qada Stasyonê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê mîtîng bê lidarxistin.    Rêxistina HDP'ê ya bajêr bi tevlîbûna rêvebirên Sûr, Rezan û Yenîşehîrç li semtên cuda yên bajêr belavok belav kirin ji bo beşdarbûna mîtîngê. Di dema belavkirina belavokan de welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî endamên partiyê dan. Li ber erbaneyê tim dirûşmeyên wekî "Amed ranezê xwedî li HDP'ê derkeve" û "Bijî berxwedana HDP'ê" hatin berzkirin.