Mele Ozdemîr cara sêyemîn hat girtin 2022-01-16 09:49:56   ŞIRNEX - Hevjîna mele Saît Ozdemîr ku di 9'ê çileyê de li navçeya Cizîrê hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin Heznî Ozdemîr, diyar kir ku Ozdemîr nexweş e û xwest demildest bê berdan.    Di 9'ê çileyê de polisan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi ser malan de girtibûn û 24 kesan binçav kiribûn. Ji van 24 kesan 9 jê hatibûn girtin. Yek ji van kesên hatibûn girtin Mele Saît Ozmdemîr ê 63 salî bû. Hat diyarkirin ku Ozdemîr li ser îfadeyên şahidekî nepen hatiye girtin û ew jî di nav de derbarê dosya her neh kesên hatine girtin de biryara "nebepiyê" hatiye dayîn. Beriya bi hinceta ku nimêjên înê kiriye di sala 2016'an de jî Ozdemîr hatibû girtin. Piştî ku sal û 4 meh girtî mabûn hatibû berdan. Mehek piştî vê berdana xwe careke din hatibû girtin û piştî ku sal û 3 meh girtî mabû bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.    SÛCÊ WÎ TEVLÎBÛNA CENAZE YE   Hevjîna Ozdemîr Heznî Ozdemîr, derbarê rewşa hevjînê xwe de axivî û diyar kir ku nexweşiyên mîna tansiyon, şekir, dil û sedefê yên Ozdemîr hene û wiha got: "Rewşa wî ya li girtîgehê bimîne tune ye. Divê timik dermanên wî li gel wî bin. Divê timik biçe kontrola bijîjk û dermanên dil û tenikkirina xwînê bigire. Ji ber dosyayên xwe yên din 6 sal bûn diçû qereqolê îmze diavêt. Li gorî qanûnên dewletê jî divê lêgerîna edaletê ya mirovan nebe sûc, lê kirine mijara sûc. Ji ber ku mele bû hat girtin. Tişta kiriye tenê beşdarbûna cenaze ye. Mele nikare di şertên girtîgehê de bijî. Ji pişt û dilê xwe emeliyat kiriye. Havînê bi vîrûsê ket û piştre nexweşiyên cuda lê peyda bûn. Bêyî ku nexweşiyên wî giran bibin daxwaz dikin ku bê berdan."