Ji bo Tifaqa Demokrasiyê 8 partî tên tên gel hev 2022-01-16 10:25:22   ENQERE - Li ser banga HDP'ê nûnerên TÎP, SMF, EMEP, TOP, Partiya Çepgir, Malên Gel û TKP'ê bi rojeva "Tifaqa Demokrasiyê" tên gelhev.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 27'ê îlona 2021'an de bi "Deklerasyona Banga Aştî, Edalet û Demokrasiyê" banga "Tifaqa Demokrasiyê" kir. Demeke direj e jî HDP'ê xebatên vê derbarê de didomîne. Di rojên pêş de wê HDP'ê bi nûnerên partî û rêxistinên derveyî pêkhateyên xwe re bê gelhev.    Di vê çarçoveyê de wê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, di 18'ê çileyê de li Enqerê bi nûnerên Partiya Kedê (EMEP), Malên Gel, Partiya Çepgir, Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) bicivin. Tê payîn di civînê de nîqaşên Tifaqa Demokrasiyê ku li dijî qrîza piralî hêvî mezin bike û baweriyê ava bike bên kirin. Her wiha wê mîsyona Tifaqa Demokrasiyê ku armanc dike hemû beşên civakê  têde cih bigirin weke hêza pêşeng a guherîn û veguherîna demokratîk bê destgirtin.   HEVPARIYA TÊKOŞÎNÊ   HDP, li Tirkiyeyê têkoşîneke berfireh a hevpar a hêzên şoreşger, sosyalîst û çepgir armanc dike. Di  civîna weke tûra destpêkê tê plankirin de wê kesên li Tirkiyeyê têkoşîna ekolojiyê didin, ciwan, jin, kedkar, mexdûr, bindest û cihêkarî li wan tê kirin rê û rêbazên avakirina têkoşîna hevpar û hemwelatîbûna wekhev bê nîqaşkirin.    MA / Berîvan Altan