Kalo heta mirinê rastiyan gihand xelkê xwe 2022-01-17 11:26:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Yilmaz Yakût (Kalo) li bajarekî ku her roj kes dihatin qetilkirin û her xebata kurdî lê qedexe bû belavkariya rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê dikir û rastiya digihand gel.  Li bajarên bakurê Kurdistanê di salên 1990’î de dewletê ango îqtidarên wê demê şer ragihandibûn û Rewşa Awarte (OHAL) ragihandibûn û tirsek li van bajaran afirandibûn. Di van salên tarî de li kuçe û kolanên bajarên bakur “Generalên Biçûk” ên zanyarê kurd Apê Mûsa rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê ji xelkê re dibirin. Di vê serdema nexweş û tarî de herî zêde wêrekî dihat xwestin. Çimkî her roj însan li naverasta kuçe, meydan û cadeyan dihatin kuştin. Kuçe û kolan xwîn diherikîn. Bi dehan zarok û ciwanan li dijî vê tirs û xofê û her kêliya bi talûke sond xwaribûn û host bi host li kuçe û kolanên Amedê û bajarên din digeriyan û rojnameyan belav dikirin. Gelek caran hatina rojnameyan a Amedê dihat qedexekirin lê dîsa jî Genarlên Biçûk ên apê kurda Apê Mûsa wan koliyeyên rojnameyan dianîn û digihandin xelkê.    Di wan salên nexweş de van Generalên Biçûk îşkence, zext û kuştinê dan pêş çavê xwe û bi wêrekî û bedelên mezin rojnameyan belav kirin. Gelek belavkar ango Generalên Biçûk di êrişên hêzên tarî û JÎTEM’ê dihat qetilkirin û îşkencekirin. Gelek belavkar hatin girtin û bi mehan û salan di zindanan de man. Gelek ji wan jî hatin sirgûnkirin.    RASTÎ DI TARIYÊ DE NEDIMAN    Yek ji şahidên wê heyama tarî Yilmaz Yakût (45) bi navek din Kalo bû. Her roj bi berbanga rojê re ji malê derdiket û berê xwe dida buroya belavkariya rojnameyê ya li navçeya Yenîşehîrê. Rojnameyan dixist tûrikê xwe derdiket belavkariyê. Li hemû kuçe û cadeyên Amedê geriya. Heta ku yek rojnameyek wî jî bimaba venedigeriya buroyê. Tevî her cûre zor û tariyê jî bi terz û helwesta “wê rastî di tariyê de nemîne” rojnameyan digihand xwîner û aboneyan. Kalo dema belavkariyê dikir gelek caran hat binçavkirin, îşkencekirin, gefên kuştinê lêh atin xwarin, hat revandin û berdan, bi êrişên çekdarî û qasetûre re rûbirû ma lê kêliyek jî bi paş ve gav neavêt. Van sepanên dijwar û dij mirovane bi salan berdewam kir lê Kalo ji wêrekiya xwe tavîz neda û her roj rojnameyan digihand xwîner û aboneyan. Carna van rojnameyan dixist poşete reş, carna dixist torbeyên arvan, carna jî dixist binê teştika dendikan û dendikan berdida ser da ku kamûfile bike.    BI ÊRIŞEK XEDAR RE RÛBIRÛ DIMÎNE    Di mehên zivistanê de rojnameyan dixist bin monte xwe yê fireh û wisa vedişart. Ev rêbaz carekê kêrî Kalo tê û wî ji mirinê xilas dike. Kalo di rojek zivistana sala 1993’yan de li Cadeya Mêrgehmedê ya li navçeya Sûrê rojname dibir ji aboneyên xwe re, lê bi êrişa endamên Hîzbûlahê ya qasetûran re rûbirû dimîne. Kalo di êrişê de birîndar dibe. Lê ji ber ku Kalo rojnameyan di bin montê xwe de veşartiye, zirarek mezin a derbên qasetûran nagihîje û bi birîndarî xilas dibe.    TÎMA OZGUR GUNDEMÊ    Di sala 1993’yan de nêzî 50-60 belavkarî hebûn û tîma futbolê ya Rojnamegerên Ozgur Gundemê tê avakirin. Belavkar ji hefteyê rojek jî bi topê dileyîzin. Kalo jî di wê tîmê de cih digire û bi formayê xwe yê rengê kesk, sor û zer tê zanîn.    SERPÊHATIYA WÎ JI SALÊN 90’Î TÊ    Jiyana belavkariyê ya Kalo di destpêka salên 90’î de bi rojnameya Ozgur Gundemê dest pê dike. Kalo ji sala 90’î heta sala 2010’an bênavber rojname û kovarên kurdan bêwestan belav kir.    KOÇA DAWÎ KIR  Her kesî li Amedê, Kalo nas dikir û xelkê jê hez dikir. Ev demek bû bi nexweşîna penceşêrê lê peyda bûbû û dihat tedawîkirin. Kaloyê ku jiyana wî bi qasî rastiya welatê wî tije êş, kûl û kêfxweşî bû duh li Amedê çavê xwe girt û xatirê xwe ji malbat, medya kurdî û gelê xwe xwest û koça dawî kir. Cenazeyê Kalo li Goristana Yenîkoya Amedê hat veşartin. Gelek rojnamevan û hezkiriyên wî beşdarî merasîma cenazeyê wî bûn.    JIYANA KALO BÛBÛ BELGEFÎLM    Mehmet Salîh Çelîk û Kemal Hanazayên li ser serpêhatî û jiyana Kalo bi navê “Yilmaz” belgefîlmek amade kiribûn. Ev belgefîlm jiyana Kalo vedibêje û Kalo jî di vê belgefîlmê de diaxive. Kalo di vê belgefîlmê de behsa serpêhatiya xwe ya belavkariyê dike. Kalo di belgefîlmê de destnîşan dike ku di seranserî jiyana wî ya belavkariyê de herî kêm 300 carî hatiye binçavkirin. Kalo di belgefîlmê de tîne ziman ku di wê heyamê de gelek Genarlên Biçûk dihatin qetilkirin û tenê sûcê wan ew bû ku Azadiya Welat û Ozgur Gundemê belav dikirin. Kalo dibêje ji ber ku wan rastiyê ji xelkê re radigihand dihatin îşkencekirin û qetilkirin.