Li Şirnexê riya 129 gund û mezrayan hat girtin 2022-01-20 14:53:28   ŞIRNEX - Li Şirnexê ji ber barîna berfê ya zêde riya 112 gund û 17 mezrayan li çûnehatê hat girtin.    Ji ber barîna berfê ya zêde li Şernex û navçeyên wê riya 112 gund û 17 mezrayan hatin girtin. Berfa ku li tevahiya bajêr dibare taybetî jî li herêmên bilind bandora xwe zêde nîşan dide, hatin û çûna li ser riyan asteng dike.    Berf li navendê riya 10 gundan û 5 mezrayan, li Elkê 14 gund û 5 mezrayan, li Qilebanê riya 6 gundan, li Basa riya 12 gundan, li Cizîrê riya 23 gund û 4 mezrayan û li Hezexê riya 47 gund û 3 mezrayan, bi giştî riya 112 gund û 17 mezrayan hat girtin. Wekî din stûriya berfê li navendê gihîşt 50 santîmetreyan û li Qileban û Elkê jî li hin deveran gihîşt 2 metreyan.    Ji ber barîna berfa zêde Rêya Armûşê jî li çûnehatê hat girtin û bi sedan TIR û wesayît li ser rê neçar man bisekinin.