Derbarê rojnamevan Gok de dozek nû hat vekirin 2022-01-20 15:13:22 AMED - Derbarê rojnamevan Abdurrahman Gok ê bi daxwaza 20 salan cezayê hepsê tê darizandin de, bi îdiaya "propaganda rêxistinê kiriye" dozek din hat vekirin. Rojnamevan Abdurrahman Gok di Newroza Amedê ya sala 2017'an de wêneyên kêliya ku xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, girtibû. Derbarê Gok de bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" û "praopaganda rêxistinê kiriye" doz hatibû vekirin. Di vê dozê de bi hêcetên wek parvekirinên li ser medya dîjîtal, hevdîtinên telefonê li gel çavkaniyên nûçeyan, nûçeyên çêkiriye û beyanên şahidên veşarî heta 20 salan cezayê hepsê ji Gok re tê xwestin.    Danişîna 4'emîn a doza Gok li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Gok û parêzerê xwe Resûl Tamûr di danişînê de amade bûn.    Danişîna beriya vê di 30'ê îlona 2021'an de hatibû lidarxistin û dozger xwestibû du parvekirinên medya civakî yên di doznameyê de cih nagirin ji bo vê yekê derbarê Gok de gilî kiribû û ev daxwaz ji aliyê dadgehê ve hatibû pejirandin.    DOZNAMEYEK NÛ    Di danişîna îro de dadger diyar kir ku ji ber parvekirinên li ser medya dîjîtal ên di sala 2018'an de ji "propagandaya rêxistinê" derbarê Gok de dozek nû hatiye vekirin û bi vê dozê re kirine yek.    Dadger ji Gok pirsî ka wê derbarê vê doznameya nû ku li doza heyî zêde kiriye parastina xwe bike an nake.    BO PARASTINÊ DEM XWESTIN    Gok diyar kir ku hêj dozname negihîştiye ber destê wî û piştî lêkolîna doznameyê bike dê pişt re parastina xwe bike.    Parêzer Resûl Tamûr jî ji bo dikaribe li hember doznameya nû parastinê bike ji dadgehê dem xwest.    Dozger mutalaya xwe pêşkêş kir û xwest kêmasiyên di dosyeya dozê de werin temamkirin.    Dadger ji bo parastina li hember doznameyê daxwaza demê ya Gok û Tamûr qebûl kir û danişînek din taloqî 31'ê adarê kir.    DOZNAME JI RÛPELEKÊ PÊK TÊ    Vê doznameya nû ku hatiye amadekirin ji rûpelekê pêk tê û parvekirinên Gok ên li ser medya dîjîtal û nûçeyên parve kiriye wek delîltiya sûc hat nîşandan.    Dadgeha ku doznameyê qebûl kir derbarê Gok de heta 7 sal û nîvan cezayê hepsê xwest.