Çalakiya ji bo Gulistanê di roja 20'an de ye 2022-01-20 15:24:55 DERSIM - Malbata Gulistan Doku di roja 20'an de çalakiya rûniştinê li ber Edliyeya Dersimê berdewam kir.  Ji 5'ê çileya 2020'an ve agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûra Dersimê Gulistana Doku nayê wergirtin. Malbata Doku ji bo aqûbeta keça xwe li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştinê li dar dixe. Çalakiya malbatê di roja 20'an de berdewam kir. Ferdên malbatê wek her roj hatin ber edliyê û çalakî li dar xistin.    'ÇI HAT SERÊ KEÇA MIN?'   Bedriye Doku ya dayika Gulistanê diyar kir ku ji roja keça wan hatiye windakirin heta niha jiyan li wan veguheriye zindanê û got: "Çi hat serê keça min? Ji bo xwedê ya rast bêjin. Ma qey canê min ne can e? Ez edaletê dixwazim."    Halît Doku yê bavê Gulistanê jî got: "Li Tirkiyê edalet tune ye. Heke edalet hebûya wê li şûna dîtina keça min ranebûna ji ber şikandina makîneya paqijkirinê ceza li me nebirîna."    Endamên Platforma Jinan a Dersimê serdana malbatê kirin.