Ceza dan xûça Gulistan Dokû 2022-01-20 15:35:36 DERSIM - Bi hinceta ku gef li zirbavê Zeynal Abarakov ku ji windabûna Gulistan Dokû berpirsyar tê girtin Ergîn Yucer xwariye 6 meh cezayê girtîgehê li xûça Dokû Aygul Dokû hat birîn.  Xwendekara Zanîngeha Mûnzûr Gulistan Dokû di 5'ê çileya 2020'an de winda bû ji vê rojê ve agahî ji Dokû nayê girtin. Danişîna doza ku bi hinceta gef li zirbavê Zeynal Abarakov ku ji windabûna Gulistan Dokû berpirsyar tê girtin Ergîn Yucer xwariye li xûça Dokû Aygul Dokû hatibû vekirin, li 2'yemîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Dersimê hat dîtin. Di dozê de hem Dokû giliya Yucer kiribû hem jî Yucer giliya Dokû kiribû.    Di danişînê de parêzerên Dokû û bavê wê tevlî danişînê bûn. Yucer û parêzerê xwe li danişînê ne amede bûn. Doz ger di mutalaayê de xwest ku hem Yucer hem jî Dokû bên cezakirin. Parezera Dokû Fatma Kalsen parastina muwekîla xwe kir û beraeta wê xwest.   DADGEHÊ CEZAYÊ YUCER DAXIST    Heyeta dadgehê, ji sûcdariya "heqareta li Dokû" Yucer beraet kir û ji sûcdariya "qeydkirina daneyen şexsî ya derveyî hiqûqê" salek ceza li Yucer birî.  Heyeta dadgehe piştre cezayê Yucer daxist 10 mehan û taloq kir. Heyeta dadgehê, ji sûcdariya "derveyî hiqûqê bidesxistin û belavkirina agahiyên şexsî yên Dokû" 2 sal ceza li Yucer birî Dadgehê vî cezayî jî daxist salek û 8 mehan û taloqkir.    LI DOKÛ CEZA BIRÎN   Her wiha heyeta dadgehe bi sûcdariya "gef xwarina" li Yucer 6 meh cezayê girtîgehê li Dokû jî birî. Dadgehê cezayê Dokû jî daxist 5 mehan û taloq kir. Her wiha dadgehê cezayê pere jî li Dokû birî û vî van cezayan jî taloq kir.