Serhed Goç-Der: Mafê penaberan tê binpêkirin 2022-01-20 16:18:35 WAN - Hevseroka Serhed Goç-Derê Gulşen Kurt diyar kir ku penaber bi binpêkirinên mafan ên giran re rûbirû dimînin û bûyerên wek qeza, mirin, cînayet û tecawizê jî ji ber tirsê ji raya giştî û darazê tên veşartin.   Komeleya Lêkolînên Koçberiyê (Goç-Der) a Serhedê têkildarî mirina penaberan ên li ser sînor li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP, DBP û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî civînê bûn.    ‘TRAJEDIYA MIROVÎ PÊK TÊ'    Hevseroka Goç-Derê Gulşen Kurt daxuyanî da û diyar kir ku bi milyonan însan ji ber şert û mercên nijadperestî, cihêkarî û bêedaletî yên netew dewletan ji welatên xwe direvin û ketine pozîsyona penaberiyê û ev penaber li Tirkiyê bi şert û mercên zor û dijwar re dimînin û Tirkiyê wek welatek di ser re derbasî Ewropayê bibin bikar tînin. Kurt anî ziman ku her sal bi hezaran penaber dimirin û got: "Penaber bi tundiya fizîkî, zayendî û aborî re rûbirû dimînin û di cînayetên kar de dimirin. Bi taybetî bi hatina penaberên ji Efxanistan û Sûriyê re dikare bêje ku bi milyonan penaber li Tirkiyê ne. Trajediya mirovahiyê ya li sînorê Polonya û Belarûsê û trajediya li deryayên Derya Spî û Egeyê diqewime hema trajedî li sînorê Tirkiyê û Îranê jî diqewime."    ‘JIYANA PENABERAN DI TALÛKEYÊ DE YE'    Kurt anî ziman ku ji Wanê bigire heta Îzmîrê, Stenbolê û Hatayê mafê jiyanê yê penaberan di bin gefê de ye û wiha got: "Gelek bûyer diqewimin. Sê penaber li Îzmîrê hatin şewitandin û qetilkirin. Her roj penaber li ser sînorê Wanê û Îranê ji ber sermayê diqerisin û jiyana xwe ji dest didin. Îqtidar li dijî welatên rojavayî penaberan wek amûr bikar tîne. Tenê di sê salên dawî de bi sedan penaber li Wanê jiyana xwe ji dest dan. Ev tabloyek xeternak e. Penaber bi binpêkirinên mafan ên giran re rûbirû dimînin û bûyerên wek qeza, mirin, cînayet û tecawizê jî ji ber tirsê ji raya giştî û darazê tên veşartin."