Nobeda Edaletê: Divê zindan bibin rojeva ewil 2022-01-20 16:51:44 AMED / WAN - Malbatên girtiyan ên çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê li Amed û Wanê didomînin, wiha gotin: “Divê zindan bibin rojeva ewil a vî welatî.” Çalakiya Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 66’emîn de ye. Malbatên girtiyan ên tevî barîna berfa zêde ya navenda bajêr çalakiya xwe didomînin, daxwazên xwe yên edaletê nû kirin.    BANGA ÇARESERIYÊ   Xizma girtî Reşahat Ada, destnîşan kir ku heta çareseriyek neyê dîtin wê çalakiya xwe ya nobetê bidomînin û wiha got: “Zarokên me nexweş dibin, wan derman nakin. Dibin nexweşxaneyê 15 rojan di karantînayê de dihêlin. Ev jî ji wan re îşkenceyeke cûda ye. Em şewitandina înfazan qebûl nakin. Em dixwazin zarokên me werin dermankirin û berdan.”   Hazal Yildirim jî destnîşan kir ku heta daxwazên wan pêk werin dê çalakiya xwe bidomînin û wiha axivî: “Heta zarokên me neyên berdan em ê ji vir ranebin. Bila zarokên me, nexweşên me û xizmên me yên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan. Êdî hedar li me nabe. Yekane daxwaza me aştî û wekhevî ye.”   ‘DIVÊ ZINDAN BIBIN ROJEV’   Xizma girtî Herdem Merwanî jî dazanîn ku tevî hemû şert û mercan çalakiya xwe didomînin û wiha got: “Divê zindan ji rojeva welat dernekevin. Divê her tim zindan bibin rojeva ewil. Piştî darbest ji girtîgehan derkevin bila nebin rojev.”   JI BO NOBETÊ BANG KIR     Xizma girtî Nûray Abay jî wiha axivî: “Em tu car dest ji vê nobetê bernadin. Em bang li herkesê dikin; bila werin tevlî nobetê bibin. Heta ku serokatiya me were berdan em ê li vir bin.”   LI WANÊ ROJA 41’EMÎN   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê dane destpêkirin jî di roja 41’emîn de berdewam dike. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Navçeya Tûşbayê serdana nobetê kirin. Hevserokê DBP’ê yê Rêya Armûşê Delîl Aksoy ê di serdanê de axivî û xwest ku daxwazên malbatan bi cih werin.    ‘ROJEVA ME YA BINGEHÎN TECRÎD E’   Aksoy, bal kişand tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Zextên li ser girtiyan ji ber berdewam kirina tecrîdê ye. Weke partî rojevama ya bingehîn tecrîd e. Divê demildest malbat û parêzerên Birêz Ocalan pê re hevdîtinê bikin. Sedemê bingehîn yê polîtîkayên zextê yên li ser gele kurd û binpêkirinên mafan polîtîkayên tecrîdê ye. Divê girtiyên me demildest bên berdan, girtiyên nexweş bên berdan û dermankirin.”   ‘EM Ê ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIN’   Yek ji xizma girtiyan Dilşah Alkan jî dazanîn ku pirgirêkên tenduristiyê yên giran ên hevjînê wê Îbrahîm Alkan berdewam dikin. Alkan, destnîşan kir ku divê hemû girtî bên berdan û wiha got: “40 roj in tevî şert û mercên hewayê yê nebaş jî em çalakiya xwe didomînin. Çi bibe bila bibe em ê çalakiya xwe ya nobetê berdewam bikin. Heta dilopeke dawî jî di laşê me de bimîne, heta zextên li ser girtiyan ranebin û girtiyên me neyên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin.”