Dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin 2022-01-20 21:03:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Efrîniyan, di 4'emîn salvegera dagirkirina Efrînê de, destnîşan kirin ku dê Efrînê azad bikin.    Efrînî, di 4'emîn salvegera dagirkirina Efrînê de li Rêbejahiya M5 a di navbera Heleb-Efrînê de kom bûn û dagirkirina Efrînê protesto kirin. Girseyê ku posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hilgirt, destnîşan kir ku dê "dagirkeran têk bişikînin û berxwedana serdemê xurt bikin."    Girse bi def û zirneyê meşa xwe domand. Çalakiya girseyê li ber Kampa Vegerê veguherî mîtîngê. Piştî rêzgirtinê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Reşîd Silêman axivî. Silêman, destnîşan kir ku Efrîn tam 58 rojan li dijî çekên pêşketî yên NATO'yê li ber xwe daye û got: "Hêza herî mezin a NATO'yê Tirkiyeyê digot ez ê di sê rojan de Efrînê bi dest bixim." Silêman, destnîşan kir ku gelê Efrînê 58 rojan li cem şervanan bûye û got: "Berxwedana Serdemê di asta dudoyan de didome. Koçberên efrînî yên li Şehbayê berxwedanê didomînin, temînata çûna Efrînê ne. Ciwan divê li dijî planên dijmên erka xwe bi cî bînin."    Hevserokê Meclîsa Rêvebir a Herêma Efrînê Şîraz Hemo jî got: "Berxwedana bi tîpên zêrîn hat nivîsandin, planên dagirkeriya tirk ku dixwest gelê kurd tune bike guherandin."    Her wiha Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê û Zanîngeha Kobanê jî di daxuyaniyên xwe de dagirkirina Efrînê şermezar kirin û berxwedana efrîniyan silav kirin.