QSD: Êrişa DAIŞ'ê bi ser neket 2022-01-20 23:48:55 HESEKÊ - Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku êrişên li ser girtîgeha ku 5 hezar DAIŞ'î lê tên ragirtin bi ser neketine û dê hûrguliyên têkildarî êrişê paşê bi raya giştî re parve bike.  DAIŞ'iyan li Taxa Xiwêran a bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş birin serê girtîgeha ku 5 hezar DAIŞ'î tê de hene. DAIŞ'iyên ku di êrişê de bi ser neketin, li Xaçerêya Basilê 3 tankêrên aydê şîrketa Sadkopê teqandin.    Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkilarî vê êrişê bi nivîskî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku hêzên wan di wexte mudaxileyî vê êrişê kirine û êriş têk şikandine. Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gava DAIŞ'î reviyane li nêzî şîrketa Sadkopê ya depokirin û belavkirina petrolê ya li nêzî girtîgehê wesayîtek teqandine û piştî vê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û DAIŞ'iyan de şer çêbûye.    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin dê dê hûrguliyên têkildarî êrişê paşê bi raya giştî re bên parvekirin.