Ji qeyûmê Mêrdînê revîzyoneke îmarê ya dijî qanûnê 2022-01-21 09:07:56 MÊRDÎN - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, li navçeya Artûklûyê dijî qanûnê revîzyonek îmarê amade kir û qadên hêşîn û pîşesaziyê veguherand qada avahiyan û bazirganiyê.  Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di 19'ê Tebaxa 2019'an de cara dudoyan qeyûm tayinî wê hat kirin, di Hezîrana 2021'ê de plana îmarê ya Taxa Îstasyonê û derdora wê guherand. Piştî guherandinê plan ji bo demekê hat rawestandin û di Tebaxa 2021'ê de hat pesendkirin. Piştî pesendkirinê ji bo amadekirina planê dosye ji Şaredariya Artûklûyê re hat şandin.    PLANA DIJÎ QANÛNÊ   Lê belê derket holê ku plana ku hatibû rawestandin û paşê ji hêla rêvebiriya qeyûm ve hatibû revîzekirin û Meclîsa Şaredariyê ew pesend kiribû ji hev cuda ne. Li gor agahiyên derketin holê; çendî midûriyetên girêdayî wezaretê ji bo gelek qadên hatine guherandin biryareke "neyînî" dane jî, lê ev yek wekî midûriyetan biryareke "erênî" dabin hatine nîşandan. Her wiha qadên ku di malpera fermî ya Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Avhewayê de wekî qadên pîşesaziyê hatine nîşandan jî ji aliyê rêvebiriya qeyûm ve wekî qadên avahiyan û bazirganiyê hatine nîşandan.    Ev plana hatiye kirin dijî xala 6'an a Qanûna Îmarê ya Jimare 3194'an hatiye kirin.    Bi guherandina hatiye kirin re, hin qadên hêşîn jî wekî qadên avahiyan û bazirganiyê hatine nîşandan. Heman tişt ji xeynî erdên cemaweriyê ji bo erdên kesan jî hatiye kirin û guherandina herî balkêş jî ya ji bo erdên Fabrîkeya Borîyan a Mêrdînê ye. Qada fabrîkayê ya li dor 120 doniman ku di nav qada pîşesaziyê de ye wekî qada avahiyan û bazirganiyê hatiye nîşandan. Heman tişt ji bo 100 donim erdê li derdora erdê fabrîkeyê jî hatiye kirin.     MA / Ahmet Kanbal