Sekmen: Dersa bijartî polîtîkayeke xapandinê ye 2022-01-21 09:07:58 WAN- Rêvebirê ARSÎSA'yê Mûrat Sekmen ku di çarçoveya dersên bijartî de têkildarî bijartina kurdî de axivî û got: "Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê civakê ye. Lewma wekî dersên bijarte berpêşkirina wê heqaret e."  Li dibistanên navîn ên grêdayî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) dema bijartina dersên bijartî yên sala 2022-2023'yan di 3'yê Çileya 2022'yan dest pê kir. Xwendekar divê dersên bijartine heya 7'ê Sibata 2022'yan ragihînin midûriyetên dibistanan. Hin dibistan serlêdanan wekî onlayn jî qebûl dikin. Di nav van dersên bijartî de zaravayê kurmancî û kirmanckî yên kurdî jî hene. Şertê vekirina polên dersên bijartî 10 xwendekar in. Gava 10 xwendekar serî li heman dersê bidin dê pol bên vekirin.    ‘POLÎTÎKAYEKE XAPÎNER'   Perwerdekarê Komele û Navenda Çand, Ziman û Hunerê ya ARSÎSA'yê Mûrat Sekmen, diyar kir ku tenê wekî derseke bijartî bijartina kurdî nayê qebûlkirin û got: "Em vê pêkanînê wekî polîtîkaya xapandinê ya dewletê dinirxînin. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê civakekê ye. Lewma wekî dersên bijarte berpêşkirina wê heqaret e. Bi milyonan nifûsê vê civakê heye û li hemberî vê civakê polîtîkayeke asîmlasiyonê heye. Tenê ne kurd divê gelên din jî yên bi polîtîkayên asîmlasiyonê rû bi rû ne ne bi dersên bijartî, bi tevayî bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin. Dewlet dibêje, 'ez zimanê te nas dikim, lê tu zimanê xwe tenê dikarî wekî dersekê hîn bibî.' Lê em bereksê vê dibêjin. Em dibêjin, ev mafê herî sereke yê mirovan e û divê bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin."    PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ   Sekmen, divê çand, jiyan û helwesta polîtîk a civakê esas bê girtin û got: "Lewma wekî derseke bijartî berpêşkirina kurdî, polîtîkayeke xapandinê ya dewletê ye. Ji lew re perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê sereke yê civakê ye. Ji ber vê, divê perwerdehiya bi zimanê zikmakî di qanûna bingehîn a Tirkiyeyê de di çarçoveyeke qanûnî de esas bê girtin. Lê gava mirov dorpêçkirina li dor kurdî berçav bike, em wekî dersa bijartî bijartina kurdî heya cihekî dikarin wekî tiştekî erênî bihesibînin, lê divê veneguhere polîtîkayek mayinde. Tişta sereke, pewerdehiya bi zimanê zikmakî bibe tiştekî qanûnî."    BILA HEMÛ DERS BI KURDÎ BIN   Welatiyê bi navê Çetîn Ergîn jî destnîşan kir ku xwestiye kurê wî dersa kurdî bibijêre û got: "Lê rêvebiriya dibistanê got ji ber ku pir kes serlêdan nekiriye dê dersa bi kurdî nedin, dê ji dêvla wê ya erebî bidin. Min jî ya erebî qebûl nekir."    Ergîn, anî ziman ku divê hemû ders bi zimanê zikmakî bin û got: "Em dixwazin fizîk, matematîk û dersên din jî bi kurdî bin."