Li Şirnexê di 3 mehan de 160 kes bi îdiayên 'şahidên nepen' hatin binçavkirin 2022-01-21 09:08:00 ŞIRNEX - Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, ji bo binçavkirin û girtinên li Şirnexê yên vê dawiyê got: "APK-MHP di bin kirasê hiqûqê de dijminatiyê dikin."  Li navenda Şirnexê û navçeyên wê, di 3 mehên dawî de di avêtina ser malan a polîs û cendirmeyan de 160 kes hatin binçavkirin û ji van kesan 93 kes hatin berdan, 63 kes jî hatin girtin. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di 10'ê Kanûnê de li Meclîsê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hedef nîşan dabû û piştî vê polîs û cendirmeyan avahiya HDP'ê ya Cizîrê jî di nav de bi awayekî hevwext avêtibûn ser malên gelek HDP'iyan û ew binçav kiribûn. Her wiha di 11'ê Kanûnê de beriya kongreya HDP'a Silopiyayê jî 33 kes û beriya kongreya HDP'a Qilebanê 24 kes û herî dawî jî beriya kongreya HDP'a HEzexê bi rojekê 9 kes hatibûn binçavkirin.    ‘JI HÊZA GEL DITIRSIN'   Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, bertek nîşanî binçavkirin û girtinên vê dawiyê da. Kaçmaz, bibîr xist ku bi sedan endamên partiya wan hatine binçavkirin û girtin û li hemberî gel helwesteke dijminatiyê heye. Kaçmaz, diyar kir ku tifaqa AKP-MHP'ê di 5-6 salên dawî de konseptek nû xistine dewrê û got: "Gava gelê Botanê bi coş û moralek mezin tê cem hev du, îqtidar ji wan ditirse. Ji hêza gel ditirsin. Lewma ji bo moral û rêxistinbûyîna gel xurt nebe li vir tim konsepeta binçavkirin û girtinê dixin dewrê. Dixwazin bêhnê li gel biçikînin. Bi taybetî jî li Şirnex û navçeyên wê di dema xebatên me yên ji bo kongreyan de kesên tevli xebatên me bûn binçav kirin. Bi vî awayî dixwazin kongreyên me lawaz derbas bibin. Lê her kesî beşdariya li kongreyan û moral û coşa li kongreyan dît."    ‘ŞAHIDÊN NEPEN'   Kaçmaz, destnîşan kir ku tevahiya binçavkirin û girtinan di çarçoveya "şahidên nepen" de hatine kirin û got: "Şahidên nepen, derwek e. Gelek mînakên vê derketin holê. Şahidên nepen ên tevli dosyeyan kirine an qet tune ne yan jî derew in. Bêbextiyên vana dikin delîl û bi vê bi dehan salan kesan di girtîgehan de dihêlin. Di dema darizandinê de gava ji bo dubarekirina îfadeyê gazî şahidên nepen dikin, dibêjin tiştekî wisa tune ye. Rewşa şahidê nepen ê bi navê 'Mercek' ê di dosyeya Selahattîn Demîrtaş de, her tiştî aşkere dike. Derket holê ku şahidekî wisa tune ye. Çendî di hiqûqê de pênaseyek wisa hebe jî, lê ev bi tena serê xwe ne delîlek e. Ev di hiqûqê de wekî delîl nayê hesibandin. Qanûn hene, lê dewlet dijî van qanûnan tevdogere. AKP-MHP di bin kirasê hiqûqê de dijminatiyê dikin."    ‘BOTAN DILÊ BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ YE'   Kaçmaz, destnîşan kir ku binçavkirin û girtinên tên kirin bi zanebûnî tên kirin û got: "Gava em li dîrokê mêze dikin, Botan ji bo kurdan xwedî cihekî girîng e. Tim û tim têkoşîn û berxwedana xwe domandiye. Botan ji bo tevahiya kurdan bûye kaniya moral û coşê. Lewma ji herêma Botanê ditirsin. Ji lew re gava li vir gel li ber xwe dide, bandorê li herêmên din jî dike. Ev der, dilê têkoşîn û berxwedanê ye. Ji bo şikandina vîn û rêxistinbûyîna gel çi ji destê wan tê dikin, lê ev gel tu carî serî netewandiye û dê netewîne jî. Her diçe em rêxistinbûyîna xwe xurtir dikin. Em ê xwedî li vîna xwe derkevin. Ev gel ev qas bedêl badilhewa nedaye. Em ê heya dawiyê bitêkoşin."