Li Sûrê avahiyên dîrokî di bin avê de man 2022-01-21 09:08:01 AMED - Li Sûrê avahiyên dîrokî yên tesîclkirî di bin avê de man. Serokê Odeya Mîmaran a Amedê Ferît Kahraman, anî ziman ku ev ava ku ji ber texrîbkirina avahiyan kom bûye dê zirarê bide avahiyên dîrokî.  Li navçeya dîrokî Sûr a Amedê, piştî qedexeya derketina derve ya di sala 2015'an de hatibû îlankirin, 334 jê tescîlkirî bi giştî 3 hezar û 569 avahiyên dîrokî hatibûn "îstimlaqkirin" û bi makîneyan hatibûn xerakirin. Piştî rûxandinê avahiyên dijî mîmariya bajêr hatibûn çêkirin.    Li navçeya dîrokî avahiyên dîrokî yên nehatine xerakirin jî di bin avê de man.   Serokê Odeya Mîmaran a Amedê Ferît Kahraman, hişyar kir ku dê ava kombûyî zirarê bide avahiyên dîrokî. Kahraman, bilêv kir ku di zemîna avahiyên dîrokî de mekan hene û piraniya van mekanan zirar dîtine û got: "Mixabin avahiyên tescîlkirî yên restorasyona wan didomin, avahiyên li parsêlên tescîirî ji nû ve hatine çêkirin an jî avahiyên beton ên bi bazaltê nixumandî di bin avê de mane. Ev yek dê hem armanca sereke ya mekanê tune bike hem jî zirarê bide avahiyê."    BINESAZÎ HAT TEXRÎBKIRIN   Kahraman, destnîşan kir ku di dîrokê de tu carî wekî niha avahiyên Sûrê ev qas nehatine etxrîbkirin û got: "Li tevahiya Sûrê pergaleke binesaziyê heye. Lê li 6 taxên şer li wan qewimîn û Taxa Alîpaşa û Lalebeyê pergaleke nû ya qenalîzasyonê û avê hat çêkirin. Yanî pergala binesaziyê ya nû û ya kevin ne wekhev in. Ji ber ku entegreyî hev nehatine kirin, pergaleke baş nehatiye çêkirin. Lewma ava bermayî belav dibe."    Kahraman, diyar kir ku li herêmê avzêm hene û got: "Em dizanin ev av, di pergaleke ku rêça xwe dîtiye de diherike. Bi salan avahiyên hatine çêkirin li gor vê pergala xwezayî hatine çêkirin. Lewma di dîroka xwe de tu carî texrîbatek bi qasî ya niha nedîtiye. Her wiha di dema restorasyinê de gelek bîrên avê jî hatine xitimandin. Gava em vê jî berbiçav bikin, prisgirêkeke çareserkirina wê pir zehmet derdikeve pêşiya me."    ZIRARÊ DIDE AVAHIYAN   Kahraman, destnîşan kir ku mudaxileyî vê yekê nehatiye kirin û lewma dibe ku bibe cihê encamên neyînî. Kahraman got: "Helbet karê şaş, bê kontrol û bê baldarî li qadê bi makîneyan tê kirin, bermayiyên dîrokî yên di bin axê de texrîb kirine û gelek şop ji holê rakirine. Bi vê re zemîn jîg uherandine. Niha pirsgirêka ava bermayî û ava zemînê ya ku nehatiye çareserkirin zirarekê dide van avahiyyan. Ji xeynî vê bi nebikaranîna mekanên jêrzemînan jî rutûbet çêdibe û ev jî bandorek nebaş li avahiyan dike."    'BI TALÎMATÊ TÊN KIRIN'   Kahraman, anî ziman ku xebatên li Sûrê tên kirin ne di çarçoveyeke teknîkî de, bi talûmatê tên kirin û bertek nîşanî restorasyonan şaş da. Kahraman got: "Em pir meraq dikin ku dê ev meseleya pir girîng çawa bê çareserkirin. Em li benda bersiva rayedaran e. Helbet ne pêkan e ku mirov ji bo texrîbata tê kirin xwe li nedîtinê deyne û tiştên xerakirine vegera wna jî tune ye. Lê gava ji bo çareserkirina pergala binesaziyê bi makîneyên karî bên qadê, dê tiştên heyî jî biçin. Beriya her tiştî divê destûra vê neyê dayîn û em van deran biparêzin."