Pêdiviya Semsûrê ne bi girtîgehan, bi îstihdamê heye 2022-01-21 09:08:01 SEMSÛR - Girtîgeha nû ku AKP'ê wekî "îstihdam ji bo Semsûrê" lanse kir, bû cihê bertekan. Serokê ÎHD'a Semsûrê Bulent Çinar, diyar kir ku girtîgeh ji bo bajarekî nabe "îstihdam" û pêdiviya Semsûrê ne bi girtîgehê bi qadên îstihdamê heye.  Li gor Rapora Îstatîstîkên Ceza ya 2020'an a Konseya Ewropayê, piştî Rûsyayê herî zêde girtîgeh li Tirkiyeyê hene. Di "Bernameya veberhênaniyê ya 2022'yan" de ku di 16'ê Çileyê de bi îmzeya Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat weşandin, hat diyarkirin ku dê ji bo 36 girtîgehên nû nêzî 2 milyar TL bê xerckirin.    Yek ji van girtîgehan jî girtîgeha li sînorên gundê Haciahlîl ê girêdayî Semsûrê ye. Di 31'ê Nîsana 2021'yê dest bi çêkirina vê girtîgehê hatiye kirin. Girtîgeh li ser 270 donim erd tê çêkirin û 99 hezar metrekare ye.    ÎSTIHDAM JI BO SEMSÛRÊ: GIRTÎGEH   Tê payin dê kompleksa girtîgehê di 2023'yan de bê temamkirin. Serokatiya AKP'ê ya Semsûrê, di 10'ê Çileyê de di broşurên "Îstihdam ji bo Semsûrê" yên belavkirin de, girtîgeha tê çêkirin wekî "Girtîgeha herî mezin a Tirkiyeyê" pesinand. Serokê AKP'a Semsûrê Mehmet Dagtekîn jî veberhênanên li bajêr bi vî awayî rêzkiribûn: "Di heyameke wısa de ji ku rewşa aboriyê nebaş e,  avahiya midûriyeta polîsan li ber qedandinê ye û niha li Semsûrê girtîgeha herî mezin a Tirkiyeyê tê çêkirin."    WELATÊ HERÎ ZÊDE MIROV LÊ GIRTÎ NE   Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Semsûrê Bulent Çinar, têkildarî vê rewşê axivî. Çinar, destnîşan kir ku girtîgeh ne qada "îstihdamê" ye û ji bo kêmkirina sûcan divê li ser projeyan bê sekinandin. Çinar, anî ziman ku di nav welatên Ewropayê de herî zêde li Tirkiyeyê mirov girtî ne û got: "Li gel zêdebûna hejmara girtî û hikumxwaran, di warê binpêkirina mafên mirovan de jî gelek prisgirêk hene. Diviyabû ji bo kêmkirina sûcan, kêmkirina hejmara girtî û hikumxwaran li ser projeyan bihatana sekinandin, lê berevajî vê hejmara girtîgehan tê zêdekirin."    NE GIRTÎGEH ÎSTIHDAM   Çinar, destnîşan kir ku pirsgirêka herî girîng a Semsûrê betalî ye û got: "Pirsgirêkên Semsûrê ên girîngtir hene. Em li benda çareserkirina van pirsgirêkan e. Li Semsûrê meseleya debarkirinê heye. Diviyabû pêşî li ber vê bê girtin, lê radibin girtîgeha herî mezin a Tirkiyeyê çêdikin. Ji bo pêşketina perwerdehî û hilberandinê proje divên. Pêdiviya Semsûrê ne bi girtîgehan, bi îstihdamê heye. Ji bo kêmkirina sûcan, pêdivî bi projeyan, bi perwerdehiyê heye."    Çinar, destnîşan kir ku demokratîkbûna welatekî girêdayî hejmara girtîgehên wê ye û got: "Hejmara girtî û hikumxwaran, hejmara girtîgehan çi qasî kêm be asta demokrasiyê ya wî welatî jî ew qas baş e. Kêmbûna hejmara girtîgehan, tê wateya ku ew welat pêş dikeve. Em dikarin kêmkirina hejmara girtîgehan û sûcan wekî veberhênanekê binirxînin. Lê dê zêdebûna hejmara girtîgehan bi xwe re hejmara sûcan jî zêde bike."    Çinar, diyar kir ku Semsûr bajarekî ku gelek kes jê koç dikin û got: "Li Semsûrê tekane debara mirovan tûtin e, lê bi qanûna ku di 1'ê Çileyê de ket meriyetê re ew jî ji dest wan hat stendin. Xizanbûna mirovan dê bibe sedema zêdebûna sûcan jî. Ji dêvla çêkirina girtîgehê, pêdiviya Semsûrê bi projeyên ji bo hilberandinê heye."    MA / Emrûllah Acar