Şêniyên Ben û Senê tên mexdûrkirin 2022-01-21 09:08:03 AMED - Şêniyên Taxa Ben û Senê ku qeyûmê Amedê ji bo wan gotibû "em û wan li hev dikin" gotin: "Bi fiyetê ji bo xaniyên me diyar kirine em nikarin axurekî jî bikirin. Bi tu awayî guh li mexdûriyetê nakin."   Şêniyên Taxa Ben û Senê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, bi rûxandina di bin navê "restorekirina sûran û paqijkirina derdora wan" de tên mexdûrkirin. Şêniyên taxê gotin: "Bi fiyetê ji bo xaniyên me diyar kirine em nikarin axurekî jî bikirin. Bi tu awayî guh li mexdûriyetê nakin."     Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Walî Munîr Karaloglû, derpêş dike ku piştî wan û şêniyên taxê li hev kiriye dest bi xerakirina xaniyan kirine. Lê belê şêniyên taxê jî diyar dikin ku tiştekî wisa tune ye.    Şêniyê taxê Mûhammed Ordek, got: "3 caran hatin ev der xera kirin. Ji me re gotin, 'Werin em hesabên xwe bikin.' Lê me dît ku li gor qafê xwe hesab çêkirine. Yek a min yek jî ya bavê min du daîreyên me hebûn. Ne pîvan ne qet. Min îtiraz kir. Gotin, me şi gor dîmenên peykê hesab kiriye. Ma wisa dibe?"   Ordek, bilêv kir ku ji ber ku xanî bê tapo ne, bi vê yekê gef li wan hatine xwarin û got: "Gotin, 'We ev der dagir kiriye.' Ordek, destnîşan kir ku gava wan ev xanî çêkirin jî heman hikûmet li ser kar bû û got: "Em çend sal berê hatin vira. Em feqîr bûn, kar tune bû. Em hatin em ji xwe re xebitîn. Lê niha li malê kes naxebite. 2 kurên min hene. Her du jî betal in."    ‘BI FIYETÊ DIBÊJIN EM NIKARIN AXUREKÎ JÎ PÊ BIKIRIN'   Ordek, diyar kir ku 95 hezar TL teklîfî wan hatiye kirin. Ordek, destnîşan kir ku dê nikaribin bi vî pereyî debara xwe bikin û bal kişand ser bihabûna kirêyan û krîza aborî. Ordek got: "Fiyetê xaniyan nayên bazrakirin jî. Li Gazîlera xaniyê herî erzan 800 hezar TL ye. Kes guh li vê mexdûriyeta me nake. Piraniya mirovên li vira feqîr in. Bi mehan e em di vî halî de ne. Fiyetê ku ew teklîf dikin hebikekî zêde kirin, lê dîsa jî ne pereyekî ku mirov qebûl bike. Em bi wî pereyî bikarin axurekî jî bikirin. Hin kes hene nikarin heqê kirê jî bidin. Hezar lîre rojekê di dets mirov de namîne. Niha tu qîmetê pere nemaye."    JIYANA TAXÊ HEDEF HAT GIRTIN   Azad Guler ku li taxê çêbûye û mezin bûye got: "Ev der ji bo me ji taxekê wêdetir gundek bû. Em hemû di nav hev de mezin bûn. Jiyaneke me ya pir xweş hebû. Dibêjin 'veguherandina bajêr.' Lê piştî tevahiya Amedê bû bîna û beton, wê mirovahî bimire. Dê cînartî bimire. Gava ez ji vir biçim têkevim bînayan, dê hizûra me nemîne. Jiyan û cînartiya vira pri xweş bû. Ma dê bi xerakirina vê derê çi bi dets wan bikeve?"   Guler, destnîşan kir kiu rewşa aborî ya taxê nebaş e û got: "Hûn bi mexdûrkirina mirovan nikarin tiştekî bikin. Pêşî hela guh li derdên mirovan bikin, paşê hûn ê xebatên xwe yên ji bo Amedê bikin. Belkî tiştekî xweş çêbibe, lê ez ê mexdûr bibim. Dê cînarê min mexdûr bibe. Dê yên kêlekê mexdûr bibin. Pêşî divê vê meseleyê hel bikin û bi mirovan re xeber bidin."    Guler got: "Ewilî ji ber Sûrê dest pê kirin. Paşê hatin vira. Ê dawiya me çawa be em jî nizanin. Qada vê malê 300 metrekare ye. Lê 230 hezar TL teklîfî me kirin. 3 malbat li vira dimînin, dê vî pereyî bikin sê par. Xaniyekî sê ode di ser 200 hezarî re ye. Meseleyek me jî ev e. Ez li kafeyekê bi meaşê kêm dixebitim. Herî kêm pêdiviya me bi xaniyekî pên odeyî heye. Lê em nikarin xaniyekî wisa bikirin."    HEM MEXDÛR HEM XEMGÎN   Guler ku got "Bila werin bipirsin bê ka kî bi dilxweşî ji vir çûye" got: "Pereyekî baş jî bidin dê kes bi dilxweşî ji vir neçe. Em hem mexdûr in hem jî xemgîn. Xwezî nehatan xerakirin û wisa nebûna. Xwezî Amed nebûna beton. Her kes mexdûr e. PIştî vira dê berê xwe bidin Rezanê, Fîskayayê. Dê yên li wir jî mexdûr bibin."    DÊ XANIYÊN WAN BI SER WAN DE XERA BIKIN   Sebahat Çarar, demeke dirêj li Bûrsayê xebitiye û bi pereyê ku daye ser hev li Ben û Senê xanî stendiye, anî ziman ku jiyana wê li vê taxê derbas bûye. Çarar, bilêv kir ku dikaneke wan a biçûk heye û debara xwe pê dikin û got: "Havînê ne li vira bûm. Ew jî ji bo xerakirinê hatine taxê. Ez û 3 kurên xwe em li taxê diman. Piştî xanî hatin xerakirin 2 kurên min çûn ketin xaniyên bi kirê. Kurê min ê din jî girtiye û zarokên wî li cem me ne."    Çarar, destnîşan kir ku ew li dijî xerakirinê ne, lê şaredarî dixwaze xaniyê wan bi ser serê wan de bîne xwarê.    Çarar, got: "Nexweşîna şekir bi hevjînê min re heye. Wî çavtirsandî dikin. Jê re dibêjin em av û ceryana we bibirin. Ew jî radibe îmze dike. Min ji wan re got çima we gazî min nekiriye. Niha eşyayên me di kîsan de li derve ne. Cihekî em pê de biçin tune ye. 3 caran çûm şaredariyê. Ji min re gotin 'ha tu ha hevjînê te ferq nake.' Em nizanin em ê çi bikin. Giliyên me jî qebûl nakin. Dibêjin, 'we îmze daye, temam e.' Walî hat vira. Got, 'Feqîr û zengîn di nav xwe de hel bikin.' Ên li vira hemû feqîr in. Pereyekî pir hindik dane. Şaredarî dibêje hûn derên jî û hin derneyên jî ew ê xaniyan xera bikin."    MA / Ceylan Şahînlî