Dahatên Seha Futbolê ji serokê AKP'î re tên veqetandin 2022-01-21 11:03:58 AMED - Serokê Baskê Ciwanan ê AKP'a Navçeya Rêzana Amedê Ugur Ereklî hem naçe kar û ji Şaredariya Peyasê muçe distîne û hem jî ji ber ku endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê ye dahatên Seha Futbolê ji xwe re digire.  Piştî hilbijartina xwecihî ya di sala 2019'an de pêk hat, HDP carek din Şaredariya Peyasê bi dest xist. Piştî ku HDP hat ser rêveberiya şaredariyê, gelek kesên AKP'î bêyî ku biçin kar muçe digirtin ji kar hatin derxistin. Yek ji wan jî Ugur Ereklî yê di hilbijartina 2019'an de wek Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê hatiye hilbijartin bû. Niha jî Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'a Navçeya Rezanê ye.    DAHATAN JI DEST DIGIRE   Derket holê ku Ereklî piştî qeyûm tayînî Şaredariya Peyasê hat kirin, wî jî ji bo muçe bistîne li kar bicih kirin. Ji xeynî vê yekê piştî ku Şaredarê Rezanê Hûseyîn Beyoglu yê AKP'î ku ji aliyê YSK'ê ve tayînî şaredariyê hat kirin, ev kes yanî Ereklî dahatên Seha Futbolê ya Taxa Alîpinar jî ji xwe re distîne.    Hat zanîn ku Ereklî her serê mehê diçe Seha Futbolê û dahatên mehane ji dest digire. Li gorî agahiyên ku hatin destxistin; dahatên mehane ya Seha Futbolê nêzî 20 hezar lîre ye.    Hat îdiakirin ku Ereklî ji bo kesek li paqijî û karên Seha Futbolê binêre, dahatên bûfeya Seha Futbolê jî jê re hatine veqetandin.    Hat zanîn ku mesrefên Sehê yên wek ceyran û avê jî ji budçeya şaredariyê tên razandin.