Kemalbay: Daxwazên girtiyên di grevê de ne pêk bînin 2022-01-21 16:37:12   ÎZMÎR - Parlementera HDP’ê Serpîl Kemalbay ku têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya 55 roj in li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklarê berdewam dike, bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir, xwest ku ji bo çareseriya pirsgirêkan daxwazên girtiyan bên pêkanîn.    Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklarê ya Bûcaya Îzmîrê, çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî zext û mehmeleya xerab di 28’ê mijdara 2021'an de dabû destpêkirin di roja 55’an de didome. Destpêkê girtiyên bi navê Sînan Dûrmaz, Onûr Yilmaz, Abdûllah Gunay, Sabah Dayan, Ozan Alpkaya, Halîs Daghan, Sertaç Kiliçarslan û Kenan Yildizbakan ketibûn grevê. Ji ber berdewamkirina binpêkirinan di 27'ê kanûnê de girtiyên bi navê Mahîr Çakir, Şaban Sidal, Îbrahîm Tîkan jî tevlî çalakiyê bûbûn. Pişt re bi ketina çalakiya greva birçîbûnê ya du girtiyên din, hejmara girtiyên ketine grevê derket 13’an.    Têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya berdewam dike, parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, bi rêveberiya girtîgehê re di 17’ê Çileyê de hevdîtinek pêk anî. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Alî Îhsan Bey jî bi Kemalbay re çû hevdîtinê. Kemalbay û Prz. Bey bi Midurê 2’yemîn Îsmaîl Akgul, yekî peywîrdar û dêrûnnasê girtîgehê re hevdîtin pêk anîn. Midurê girtîgehê Haydar Alî Ak bi hêceta bernameya wî heye tevlî bernameyê nebû.    FERMANA WEZARETÊ    Kemalbay, a derbarê hevdîtina bi rêveberiya girtîgehê re agahî dan wiha got: “Me sedemên hiquqî yên qebûlkirina daxwazên girtiyan a ku bi hev re bin ji wan re vegot. Rêveberiya girtîgehê jî got ku di çarçoveya fermanên Wezareta Dadê de pêkanînan dixin dewrê.”   Kemalbay, dazanîn ku rewşa tenduristiya girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de nebaş e û wiha berdewam kir: “Belavkirina girtiyan a blokên cuda girêdayî îdiaya hewldana revînê ya Kirikkaleyê dikin û fermanên nivîskî yên Wezareta Dadê weke referans tên nişandan”   BILA DAXWAZ BÊN PÊKANÎN   Kemalbay, bi lêv kir ku daxwazên girtiyan careke din ji rêveberiya girtîgehê re ragihandin û wiha axivî: “Ji bo çareseriyê divê daxwazên girtiyan bên müzakere kirin, daxwaza wan a heman blokê divê were qebûlkirin. Ji van daxwazan tu ne siyasî ne, çareserî jî di destê girtîgehê de ye. Heke nava çend rojan de çareserî pêk neye, em ê ji serlêdanên sûcan heta birina rojeva Meclîsê bibin her derê. Me ev ji rêveberiya girtîgehê re jî got. Rêveberiya girtîgehê got wê vê hefteyê hevdîtinek çêbibe. Heke mijara çalakiyên grevê neyê çareserkirin, em di nava çend rojan de vê mijarê di serî de Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û pêşniyazpirsan em ê bibin asta herî jor.”