Li Mêrsînê jinek hat girtin 2022-01-21 16:37:45   MÊRSÎN - Li Mêrsînê Zilan Korkmaz a bi 3 kesên din re hatibû binçavkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin.    Li Mêrsînê di 10’ê Çileyê de di serdegirtinên malan de 4 welatî hatibûn binçavkirin. Piştî ku kirariyên wan ên miduriyeta polîsan xelas bûn anîn Edliyeya Mêrsînê. Dozgeriyê piştî îfadeyan her çar kes bi daxwaza girtinê şandin Dadgeha Ceza ya Sûlh a Mêrsînê. Dadgehê Zîlan Korkmaz bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girt û her 3 kesên din jî bi şertê kontrola edlî berdan.