Qeyum darbest û wesayîta cenaze neda malbata girtiyê ku jiyana ji dest da 2022-01-21 16:48:15 VAN - Qeyumê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê darbest û wesayîta cenaze ji bo cenazeyê Ramazan Turên ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, neda.  Ramazan Turan ê 70 salî li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind di hucreya yek kesî de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Turan ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Wanê. Malbata Turan ku agahiya mirinê bihîst hatin ber ATK'ê. Malbat ji bo ku cenazeyê xwe bibe bajarê Colemergê ji Midûriyeta Goristanê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê darbest û wesayîta cenaze xwest. Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de ragihand ku dê erebeyê nede wan. Malbatê daxwaza ku qet nebe bila tabûtekê bidin wan kir. Dema ku malbat ji bo vê yekê jî bersiva neyînî wergirt û neçar ma ku ji merengozekî darbestekî bikire.   Malbat anî ziman ku dê cenazeyê xwe bi derfetên xwe bibin Colemergê û veşêrin.