Baroya Amedê û CHP’ê serdana malbata Dokû kirin 2022-01-21 17:05:45 DERSÎM - Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ê serdana “Nobeta Edaletê” ya ji bo Gulistan Dokû hatiye destpêkirin, kir, diyar kir ku lêpirsîn bi awayekî bi bandor nayê birêvebirin û wiha got: “Kî, çima tê parastin? Divê vê derxînin holê.”   Ji 5’ê Çileya 2020’an ve ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû agahî nayê girtin. Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbata Dokû bi armanca pirsîna aqûbeta keça xwe di 1’ê Çileyê de li pêş Edliyeya Dersimê da destpêkirin di roja 21’emîn de berdewam dike. Dayik Bedriye û bav Halît Dokû ên nîvro bi wêneyên keça xwe Dokû hatin pêş edliyeyê bi gotina “Gulistan li ku ye?” pirsa aqûbeta keça xwe kirin.    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û Koordînatora Navenda Mafên Jinan Prz. Zulal Işik, Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn, Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Velî Agbaba, Serokwekîlê Koma Meclîsa CHP’ê Ozgur Ozel, parlementer Polat Şaroglû, Yuksel Mansûr Kilinç û Aykût Erdogdû û rêveberên Rêxistina EMEP’ê yên Dersimê serdana çalakiya nobetê ya malbatê kirin.    ‘KÎ ÇIMA TÊ PARASTIN?’   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ê di serdanê de axivî, diyar kir ku li Tirkiyeyê li her derê polîtîkayên bêcezatiyê diqewimin û wiha got: “Em behsa bajarê ku ewlehî di asta herî jor de ye dikin. Li her tax, gir, çiya, qamera û kûleyan kamera hene. Tevî vê yekê li vî bajarî jinek winda dibe, tê windakirin. Lê tevî du sal jî derbas dibin di lêpirsînê de pêşketinek nîne û lêpirsîneke bi bandor nayê kirin. Kî çima tê parastin? Divê bersiva van were dayîn.”   ‘BILA DENGÊ MALBATA DOKÛ BIBÎHIZIN’   Serokwekîlê Koma CHP’ê Ozgur Ozel jî wiha axivî: “Ji bo edalet ji Gulistan Dokû re were tişta ji destê me bê em ê bikin. Em ê piştî vê serdanê jî pêşniyazpirseke lêkolînê pêşkeşî Meclîsê bikin. Em AKP’ê û MHP’ê jî vedixwînin ku piştgiriyê bidin vê pêşniyazpirsê. Kesên ji ber ji muxalefetê tê her tiştî red dikin, bila dengê malbata Gulistan bibihîzin.”   JI PARLEMENTERÊN RE NAME ŞANDIN    Malbatê piştî serdana baro û nûnerên partiyên siyasî, derbasî PTT’ê bû û ji hemû parlementerên Meclîsê re name şandin.