Mutalaaya derbarê girtina HDP'ê de: Hevdîtinên dema pêvajoya çareseriyê wekî têkiliyeke organîk a bi PKK'ê re hatin hesibandin 2022-01-21 17:55:10 ENQERE - Di mutalaaya têkildarî girtina HDP'ê de hat teblîxkirin, hevdîtinên li Îmraliyê yên têkildarî pêvajoya çareseriyê yên bi agahiya Serokkomarê AKP'î Tayyip Erdogan hatin kirin wekî têkiliyeke organîk a di navbera HDP û PKK'ê de hatine nîşandan. Mutalaaya Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn a têkildarî girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de berpêşî Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) hatibû kirin, teblîxî HDP'ê hat kirin.    Di rûpelên ewil ên mutalaayê de agahiyên têkildarî damezrandina PKK'ê û armancên wê de hene. Di rûpelên ewil ên îdianameyê de gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên di 2'yê Kanûna 2004'an de di hevdîtina bi parêzeran re têkildarî DEHAP'ê gotibûn hatine dayîn û ev gotin wekî bandora KCK'ê ya li ser HDP'ê hatine şîrovekirin. Ji xeynî vê rexne û dîtinên Ocalan ên derbarê HDP û HDK'ê de jî wekî "talîmat" hatine diyarkirin. Di mutalaaya dê hatiye gotin ku HDP bi talîmata Ocalan hatiye avakirin. Di mutalaayê de nebûna daxuyaniyeke HDP'ê ya têkildarî şermezarkirina PKK'ê de wekî "têkiliyeke organîk a bi rêxistinê" re hatiye şîrovekirin.    Di mutalaayê de hatie derpêşkirin ku HDP li gor stratejiya van gotinên Ocalan hatiye avakirin: "Ger gelê Kurdistanê bi wêrekî şer kiribe, teqez divê xwe ji bo şerekî gel ê domdirêj hazir bike."    Di mutalaayê de tişta ecêb jî ew e ku pêvajoya çareseriyê û hevdîtinên di vê çarçoveyê de bi li Îmraliyê hatine kirin wekî hinceta girtina partiyê hatiye nîşandan. Di mutalaayê de ji bo vê ev tişt hatine gotin: "Hevdîtinên li Îmraliyê têkiliya organîk a partiya ketiye ber dozê û rêxistina terorê û serokê wê û têkiliya wê ya vesayetî nîşan dide."    Her wiha di mutalaayê de hatiye derpêşkirin ku girtina partiyên siyasî di hemû demokrasiyên pêşektî de heye.    Di beşa encamê ya mutalaayê de ev tişt hatine gotin: "Dadgeha Bilind, li ber biryarên AYM û DMME'yê çalakiyên partiyê wekî 'dijî serbixwebûna dewletê, yekpareyiya welêt û gel, mafên mirovan' hesibandiye." Hatiye derpêşkirin ku ji ber ku têkiliyeke organîk di navbera HDP û PKK/KCK'ê de heye, girtina wê li gor divêtiya civaka demokratîk e. Di mutalaayê de hatiye xwestin ku îtirazên HDP'ê yên di parastina xwe de kirine bên redkirin û ji binî de bê girtin û kesên navên wan derbas dibin heya 5 salan siyaset li wan bê qedexekirin.