Mazlum Ebdî: Êrişa li Hesekê hat berterefkirin 2022-01-21 22:06:40 HESEKÊ - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, diyar kir ku êrişa DAIŞ'ê ya li hemberî Girtîgeha Sînayê ya Hesekê hatiye berterefkirin û DAIŞ'iyên firar kirine cardin hatine girtin.  Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal têkildarî êrişa DAIŞ'ê ku duh li Taxa Xiwêran a Hesekê li hemberî Girtîgeha Sînayê pêk anîbû daxuyaniyek da. Ebdî, ragihand ku DAIŞ'iyên ji girtîgehê firar kirine cardin hatine girtin û dê têkoşîna wan a li dijî DAIŞ'ê bidome.   Ebdî di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: "Rêxistina terorîst DAIŞ, li nêzî Girtîgeha Hesekê êrişeke bombeyî pêk anî. Çete ji bo DAIŞ'iyên girtî serî rakin hucreyên xwe yên veşarî seferber kirin. Hêzên me yên ewlehiyê tevgeriyan û bi alîkariya Koalîsyonê êrişê berteref kirin. Derdora girtîgehê bi tevahî hat dorpêçkirin û hemû firar hatin girtin. Em cardin dubare dikin ku têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê didome û heya hemû çete bên girtin em ê nesekinin."