Cenazeyê Tûran bi awayekî girseyî hat definkirin 2022-01-21 22:18:37   WAN- Cenazeyê Ramazan Tûran ê 70 salî ku di Girtîgeha Wanê de jiyana xwe ji dest da, bi awayekî girseyî hat definkirin.    Ramazan Tûran ê 70 salî ku li Girtîgeha Wanê bi tena serê xwe di hucreyekê de dihat ragirtin, îro jiyana xwe ji dest da.   Malbatê li Wanê ji bo cenazeyê Tûran li cem xeratan darbestek çêkir û cenaze bi wesayîteke taybet bir Colemêrgê. Meleyê taxê tevli merasîma cenaze ya Tûran nebû, lê bêyî mele jî wecîbeyên olî yên cenaze hatin kirin.    Bi sedan kes tevli merasîma cenazeyê Tûran bûn.