ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-22 09:00:41 * Yek ji girtiya nexweş Saadet Îdin a ku aliyê wê çepê felc bûye, bi zehmetî pêdiviyên xwe rojane dabîn dike. Dayika wê xwest ku keça wê tavilê were berdan.  * Rifat Ogûz, bavê girtiyê nexweş Sûat Ogûz ê di Girtîgeha Cirnê Reş a Jimare 1 a Tîpa T'yê de ye, anî ziman ku kurê wî nayê dermankirin.    * Şaban Karataşê terzî, anî ziman ku du du mehên dawî de pakêta derziyan ji 10 lîreyan bûye 15 lîre, benik ji 8 lîreyan bûye 18 lîre.    * Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, destnîşan kir ku ger polîtîkayên tenduristiyê di ber çavan re neyên derbaskirin dê hejmara pêketiyan zêdetir bibe û ji bo vê bal kişand ser bernameyeke ji bo aşiyê.    * Tê payin ku unîteya ewil a Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê ku dê li Rojhilatê Behra Spî bi ava behrê bê cemidandin, di 2023'yan de bê xebitandin. Dijberên nukleerê li dijî talûkeyê ji bo xurtkirina têkoşînê bang kirin.    *  Welatiyên bertek nîşanî bihabûna fiyetan dan gotin: "Ji bo sê çar kes zengîn bibin, em birçî tên hiştin."     * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 320’emîn de berdewam bike.    * Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê wê derbarê doza Denîz Poyraz de civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Rêveberê ÎHD'a Amedê û Êlihê wê li gel xizmên windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" li dar bixin. (12.00)    * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe windayî pirs bikin û kujer werin cezakirin dê di hefteya 878'an de bi online çlakiya xwe heftane li dar bixin. (12.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan wê li Wan û Amedê berdewam bike. (13.00-16.00)   * Şaxa ÎHD'a Îzmîrê ji bo li aqûbeta windayan bipirse û kujer werin cezakirin wê li ber Banka Sumerê ya Kevv a navçeya Konakê daxuyanî bide. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 513'an de çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe. (13.30)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî wê di hefteya 385'emîn de balê bikişîne rewşa girtiyên nexweş û li avahiya ÎHD'a Enqereyê daxuyanî bide. (13.30)   * Şaxa ÎHD'a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û mirina girtiyên nexweş wê çalakiya "Em li girtîgehan mirinê naxwazin, jiyanê diparêzin" li dar bixe. (14.00-17.00)   * Navenda Çand û Hunerê ya Golgeyê wê li avahiya xwe şahiya "Ji bo zarokan çîrok mîrok" li dar bixe. (18.00)