Aliyê wê çepê felc bûye û nayê berdan 2022-01-22 09:04:47 ŞIRNEX - Yek ji girtiya nexweş Saadet Îdin a ku aliyê wê çepê felc bûye, bi zehmetî pêdiviyên xwe rojane dabîn dike. Dayika wê xwest ku keça wê tavilê were berdan.  Li girtîgehên Tirkiyeyê û bajarên bakurê Kurdistanê bi sedan girtiyê nexweş hene. Her ku diçe rewşa girtiyên nexweş girantir dibe û nayên dermankirin û berdan. Daxwazên girtiyan ên tedawiyê jî tên redkirin. Yek ji van girtiyên nexweş jî Saadet Îdîn a 35 salî ye. Saadet Îdîn a ku di nav xebatên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de cih digirt, di sala  2018'an de felc bû. Îdîn dema ku ji bo îfadeyî diçe Midûriyeta Polîsan û tê binçavkirin û pişt re jî bi îdiaya "Endama rêxistinê ye" hat girtin. Îdîn a ku 3 sal in girtî ye 14 sal cezayê hepsê lê hatiye birîn.    Îdîn piştî ku tê girtin dişînin Girtîgeha Şakran a Îzmîrê. Piştî 2 salan li wir ma, sewqî Gîrtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê kirin. Îdîn a ku aliyê wê yê çepê felc e, bi zehmetî hewcedariyên xwe yên rojane dabîn dike. Dayika Saadet Îdîn, Aliye Îdîn (54), derbarê rewşa keça xwe de axivî û xwest ku keça wê bê berdan.   'NIKARE BI TENA SERÊ XWE BIMÎNE'   Aliye Îdîn bi lêv kir ku keça wê bêalîkariya hevalên xwe nikare pêdiviyên xwe dabîn bike û wiha axivî: "Ev 3 sal in keça min girtî ye. Keça min beriya ku were girtinê, krîz derbas kir û ji aliyê wê çepê felc bû. Piştî ku felc bû 3 rojan di nexweşxaneyê de ma. Hêj tedawiya wê neqediyabû hat girtin. Keça min nexweş e. Em dixwazin ku bê berdan. Keça min bi tena serê xwe nikare bimîne. Jinên girtî yên siyasî ji ber ku li vir tune bûn, 40 rojan bi tena serê xwe ma. Di vê pêvajoyê de nedikarî tiştekî bike. Ji ber ku bi tena serê xwe bûye, nikaribû rakeve û ser û cilên xwe bişo. Em dixwazin ku bê berdan. Bila êdî bes dilê dayikan bişewite. Em êdî naxwazin ku zilmê bibînin. Em dayik her tim êşê dikişînin."    'DERIYÊN GIRTÎGEHAN VEKIN'    Aliye Îdîn, diyar kir ku girtina miroveke felc ne hiqûqî ye û xwest ku keça wê bê berdan û got: "Tedawiya wê jî nayê kirin. Heger hevalên wê li cem wê nebin nikare bijî. Divê bê berdan. Ne tenê keça min, bila hemû girtiyên nexweş bên berdan.Tu sucê wê tune ye. Ne tenê ji laşê xwe di heman demê de, di çavên wê de jî pirsgirêk heye. Em duh çûn hevdîtina wê ji me re got, heftiyê careke av didin wan ew jî nîv seatan didin. Her wiha ji min re got, televîzyona wan xera bûye. Wan ji rêveberiya girtîgehê re gotiye ku televîzyona wan xera bûye û çêbikin. Lê girtîgehê ji wan re gotiye, 'Bila malbata we ji we re bistînin'. Qawîşên wan jî sar in. Bila dawî li vê zilmê bînin û deriyên girtîgehan vekin."    MA / Zeynep Durgut