Girtiyê nexweş nayê dermankirin 2022-01-22 09:04:49 SÊRT - Rifat Ogûz, bavê girtiyê nexweş Sûat Ogûz ê di Girtîgeha Cirnê Reş a Jimare 1 a Tîpa T'yê de ye, anî ziman ku kurê wî nayê dermankirin.  Sûat Ogûz (32) ê 8 sal berê li Sêrtê hat girtin û cezayê muebedê lê hat birîn û niha di Girtîgeha Cirnê Reş a Rihayê ya Jimare 1 a Tîpa T'yê de ye, nayyê dermankirin. Ogûz ku di 20'ê Mijdara 2020'an û 15'ê Mijdara 2021'ê de bi Covîd-19'ê ket, nexweşîna Hepatît B pê re heye.    Malbata wî diyar kir ku her diçe nexweşîna kurê wan girantir dibe û nayê dermankirin.    FIKARÊN MALBATÊ   Bav Rifat Ogûz ku li Sêrtê dimîne got: "Hê dema diçû lîseyê tim dihat binçavkirin. Wan çaxan 5 caran hat girtin û berdan. 8 sal berê jî bi dosyeyeke ji aliyê FETO'yiyan ve hat amadekirin hat girtin. Me îtiraz kir, lê îtirazên me hatin redkirin. Dadgeha Bilind cezayê lê hat birîn pesend kir."   Ogûz ku xwest kurê wî bê dermankirin got: "Ji ber guhnedêriya girtîgehê 2 caran bi Covîd-19'ê ket. Her du caran jî bi zorê ji wan xelas bû. Bi hinceta Covîd-19'ê hemû mafên wî hatin binpêkirin. Qaşo ji bo bi şewbê nekeve wisa kirine. Lê wan bi xwe du caran ew pê xistin. Tacizkar, tecawizkar, kujer hemû berdan. Lê girtiyên nexweş ên bi mirinê re rû bi rû ne bernedan. Mehek berê 7 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Nalet li vana bê. Mirovan bi mirinê re rû bi rû hiştin. Kesên kujer berdan û girtiyên nexweş bernedan, berpirsê van mirina ne."    NEXWEŞÎNÊN WÎ ZÊDE DIBIN   Ogûz, ragihand ku kurê wî ji bo êşa diran xwestiye biçe revîrê lê wî nebirine û got: "Herî dawî gava telefon kir, got diranê wî diêşe. Xwestie biçe revîrê lê wî nebirine. Ji xeynî vê nexweşîna wî ya kezebê jî didome. Serê wî diêşe. Nihên xwe his nake. Bi tayê dikeve. Ev qas nexweşîn pê re hene, lê wî nabin nexweşxaneyê. Qey li benda mirina wî ne? Demildest divê girtiyan bibin nexweşxaneyê. Divê girtiyên nexweş bên berdan."