Fiyetê derziyê ji sedî 50, ê benik ji sedî 130 biha bûye 2022-01-22 09:04:50 MÊRSÎN - Şaban Karataşê terzî, anî ziman ku du du mehên dawî de pakêta derziyan ji 10 lîreyan bûye 15 lîre, benik ji 8 lîreyan bûye 18 lîre.  Li Tirkiyeya ku enflasyona wê zêde dibe, ji derziyê heta bi deziyê her tişt bênavber biha dibe. Fiyetên berên sereke di navbera ji sedî 50 û ji sedî 115 biha bûn. Goştê mirîşkan û arvan ji sedî 86, heqê ceryanê di navbera ji sedî 52 û ji sedî 130 biha bû.    DERZÎ Û BENIK   Li Tirkiyeya ku biwêja "ji derziyê heta bi deziyê" piştrast dibe, ji bo mirov bihabûna derzî û benikan li cihê cih nîqaş bike, me hevdîtin bi terziyê 40 salan Şaban Karataş re kir. Karataş, anî ziman ku di du salên dawî de fiyetê derzî û benik pir biha bûye û got: "Di du mehên dawî de fiyetê pakêta derziyan ji 10 lîreyan bû 15 lîre, fiyetê benik jî ji 8 lîreyan bû 18 lîre."    Karataş, destnîşan kir ku bihabûna fiyetê benik û derziyan xulaseya welêt e.    TU XÊR DI TERZÎTIYÊ DE NEMA   Karataş, bilêv kir ku di 15 salên ewil ên terzîtiya xwe de baş qezenc kiriye, lê belê 15 salên dawî bi zorê debara xwe dike û got: "Fiyetên eşyayan her roj biha dibin. Ji ber vê mirov nikarin tiştekî bikirin. Lê mêze, qumaşê ku min par bi 100 lîreyî dikirî, îsal nikarim bi 300 lîreyî jî bikirim. Ji ber vê kes nayê ser terziyan. Diçin tiştên fabrîkeyan ên bêqalîte û erzan dikirin. Yanî tu xêr di terzîtiyê de jî nemaye."    ‘10 HEZAR TL JÎ XELAS NAKE'   Karataş, bal kişand ser meaşê kêm û anî ziman ku lê ji ber bihabûna tiştan kes nikare tiştekî bikire. Karataş got: "Ne tenê ez, tu ks nikare tiştekî bikire. Dixwazî bila meaşê kêm bibe 10 hezar TL jî. Gava fiyet wisa biha bibin dê kes nikaribe tiştekî bikire."    Karataş, destnîşan kir ku êdî tu hêviya wî ji vî welatî tune ye û got: "Berê 4 kes li vir dixebitîn. Em di ber kar re nedigihan. Lê ev çend sal in bi tena serê xwe dixebitim, dîsa jî betal im. Ne tenê ez, rewşa her kesî wisa ye. Bi taybetî jî rewşa esnafên biçûk ne tu rewş e. Meaşê min ê teqawidbûnê jî heye, lê nikarim debara xwe bikim."   MA / Selman  Guzelyuz